Piştî ku kongreyên Aachen û Duren ên Kongreya demokratîk a Gelan (HDK), li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi şiyara “Em li dijî faşîzmê bibin yek” meş û mîtîngek hate lidarxistin. Bi sedan kesên li Kaîserplatzê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşman ji navenda bajêr heta Elîssenbûrgê meşiyan û belavoken bi zimanê Elmanî li derdorê belav kirin. Her wiha ji bo çalakiya YXK’ê ya roja Şemiyê, banga tevlîbûnê hate kirin.

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê operasyonên dagirkirinê û terora li Bakurê Kurdistanê ya dewleta Tirk bi awayekî girseyî hat protestokirin.

Li dijî êrîşên AKP/Qesrê ku li Kurdistanê zêde kiriye, Kurdistanî pêr li Wuppertalê li City Arkadenê kom bûn, bi pankart û alan meşiyan. Belavokên têkîldarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin belavkirin.

Piştî meşê girse derbasî qada mîtîngê bû, ji hêla Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wûppertalê Savci Azar daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. 


AACHEN / WUPPERTAL




Li Rennes û Montrealê pîrozbahî

Li bajarên Rennes û Montrealê, girseyên gel daketin qadan û Roja Kobanê a Cîhanê silav kirin.

Li bajarê Rennes ê Fransayê, li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), girseya gel li meydana Place du Colombîerê hev civiya û dest bi meşê kir. Meşa ku gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn bi qasî 4 kîlometreyan dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Bimire komploya navneteweyî”, “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî” hatin qîrîn.

Girseya gel piştre xwe gihand Place de la Marîîe û mîtîngek pêk anî. Li ser navê Komeleya Dostaniya Kurd-Broton, Maîson International Rennes (MIR), Partiya Komunîs a Fransayê (PCF), Tevgear Komunîstên Ciwan ên Fransayê (MJC), Tevgera Aştiyê, Komeleya Jinê ya Zîn û CDK-Rennesê axaftin hat kirin. 

Qisekeran bal kişandin ser girtina organên weşana serbixwe û destnîşan kir, ku ‘kevneşopiya çapemeniya azad’ het niha li ber hemû zext û êrîşan li ber xwe daye. Qisekeran destnîşan kirin, ku ew ê piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Montreal ê Kanadayê çalakiyek hate lidarxistin. Gelek ekolojîst, femînîst, nivîska rû atîvîst beşdarî çalakiyê bûn.

Li vir daxuyanî hat dayîn û hat gotin, Şoreşa Rojava berxwedana herî mezin a gelan e. Du şervanên Kanadayî yên di nava refên YPG’ê de têkoşiya bûn, beşdarî vê pîrozbahiyê bûn. 


 RENNES / MONTREAL




Li sê navendan daxwaza edaletê


Li bajarên Frankfûrt û Dusseldorf ê Elmanyayê û li Marsilyaya Fransayê bi daxwaza ku berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a yek ji Damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez diyar bikin, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çalakiya “edaletê” hat lidarxistin.  Çalakiya ku ji hêla Meclîsa Jinê ya Hanau Nujin û Meclîsa Jinê ya Frankfurt Amara hat lidarxistin, saet 14.30’an li ber Sefaretxaneya Fransa dest pê kir. Di çalakiyê de hat gotin ku divê dewleta Fransa bêdengiya xwe bi dawî bike, heman demê êrîşên li ser şaredariyên gelê Kurd jî hat şermezarkirin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Çalakiya roja Çarşemê ya di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa de tê organîzekirin, vê hefteyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) dewir girt. 

Ji bo jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Marsîlyayê çalakiya lêgerîna li edaletê hate lidarxisitn. Di çalakiyê de êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê jî hatin şermezarkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN