
Polîsan Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku li naçveya Rezan a Amedê ji bo perwerdehiya kurdî bide hate vekirin, mor kir. Piştî Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê dibistanê de lêpirsîn da destpêkirin bi sedan polîs bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan hatin ber dibistanê û dibistan dorpêç kirin. Piştî re rayedareke polîsan bi komek poîsan ket avahiya dibistanê bi rayedaran re hevdîtin kir.
Rayedarê polîsan ji rayedarên dibistanê re gotin ew li ser biryara Serdozgeriyê ji bo dibistanê mor bikin hatin û pişt rayedarên dibistanê ji dibistanê derxistin deriyê dibistanê mor kirin. Piştî polîsan dibistan mor kirin ji baxçeyê dibistanê derketin û li kolanê dest bi sekînînê kirin. Rayedarên dibistanê û welatiyên tax jî li baxçeyê dibistanê dest bi kombûnê kirin.
Mor hat rakirin, perwerdeyê destpê kir
Gelê Amedê, mora dozgeriyê ya li Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger da rakir û ji nû ve dest bi perwerdeya bi zimanê Kurdî kir. Li navçeya Amed Rezanê, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a duh bi biryara dozgeriyê ji aliyê polîsan ve hat morkirin, ji aliyê gel ve ji nû ve hat vekirin. Bi sedan kesên danê sibê li ber dibistanê civiyan, mor rakirin û ketin hundirê dibistanê.
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut li vir daxuyaniyek da û got, "Em mora we nas nakin. Zimanê dayikê mafê me ye. Me ev maf bi berxwedanê qezenç kirin. Em ê bi berxwedanê dibistanên xwe ava bikin." Di merasîma rakirina morê û ji nû ve dayîna perwerdeyê de, tevî rêveberên DBP'ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Hevşaredarên Navçeyên Amedê, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Fethiye Ok û rêveberên Rêxistina ESP'ê ya Amedê jî amade bûn. Piştî ku mor ji derî hat rakirin, xwendekarên li hewşa dibistanê bi zimanê dayikê perwerde didîtin, ketin hundirê avahiyê û dersên xwe dewam kirin.
Li Cizîr û Geverê heman bêqlaqî
Piştî bi biryara dozgeriyê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Rezan a Amedê hatî vekirin hate morkirin, Dibistana Seretayî ya Berîvan a li navçeya Cizîrê ya Şirnex hatibû vekirin serê sibê dema tu kes li dibistanê tuneyî ji aliyê polîsan ve hate morkirin. Doh serê sibê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî polîsan dema tu kes li dibistanê tuneyî Dibistana Seretayî ya Berîvan de girtin û deriyê wê mor kirin. olîsên ji bertekên gel tirsiyan serê sibê seat di 05.00'an de bi gelek wesayîtên zirxî serdagirtin pêk anîn û di dema tu kes li ber dibistanê tuneyî deriyê dibistanê mor kirin. Polîsên deriyê dibistanê mor kirin pişt re tableya dibistanê jî jê kirin. Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ku li Geverê bi mersîmeke girseyî hat vekirin bêyî ku zengila ewilî lêkeve polîs û tîmen taybet ketin hundirê dibistanê û dibistan mor kirin. Balkêşe ku hemû polîsên ku dibistan digirkirine tîmên taybet in û ji bilî wesayîtên zirxî wesayîtên jammer ên ku sinyalan tevlîhev dikin jî li hewşê hatin bicihkirin. Rêveberên Şaxa KURDÎ-DER û DBP'ê hatin dibistanê û polîsan bi hinceta biryara dozgeriyê dibistan mor kirin.