AKP´ê her diçe tara bêjingê li xwe teng dike û zindana xwe kûr û tarîtir dike.
Di her êrîşa li dijî Kurdan de, hinekî din dikevê teqanê û meşruiyeta xwe winda dike. Bêhtirîn kîna kurdan li dijî xwe tuj dike. Piştî fermana qedexekirina Newrozê û qedexekirina Meşa Amarayê û dîmenên rewşa awarte li Riha û navçeyên wê, pirên navbera AKP´ê û gelê Kurd hatin hêrivandin.
Ev hêrivandina piran, bi zanîn û di çarçoveya stratejiya nû ya AKP´ê û Erdogan de pêk hat. Ya rastî qonaxa îro ji her demê  metirsînîtir e. Ji ber ku dijminekî bextreş, telaqreş, xwedî teşqele, derewîn, xedar, xezeblêbûyî li pêşberî gelê Kurd e.
Em di qonaxek nû û metirsînî de ne. Pêwiste gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd, BDP´ê, sazî û dezgehên Kurd, rewşenbîr û entelektuelên Kurd tevahî, xwe li gorî qonaxa nû amade bikin.
Kurd, li hemberî otorîteyeke faşîzan şer dikin.Otorîteya faşîzan, felsefeya barbariyê li ser mîrateya gemarî ya Komara Tirkiyê ava kiriye. Dema ku desthilatdariya AKP´ê û Erdogan bi kiryarên faşîzan têne gunehbarkirin, pê re pê re firazeya gemarî ya komarê mînak didin û mîna bêje “binêrin, ez mîna yên berê nakim.” Ji xwe rûreşê Mehdî Eker, ev gotin dikirandibû.
Erdogan bi navê demokrasiyê dikatoriyê, bi navê ademiyetê lînca kolanan, bi navê terorê komkujiyan dike pratîkê. Di her axaftina xwe de gotinên îronîk bikar tîne, lê di pey wan gotinan de, cenazeyên ciwan û zarokên Kurd rêz dibin.   
Stuna navendî ya Tayyip Erdogan manewreyên siyasî ne û di her manewreyê de, hinekî din ber bi ´terora germ û felsefeya barbariya dewletê´ diçe. Ji bo dikaribe li dijî êrîşên dijber raweste jî, riya subvansiyon û alif/ulufe bikartîne û hejmareke zêde, nivîskar,  rojnamevan û rewşenbîr kişandin kêleka xwe. Burjuwaziya bi ´rih´ jî, li hundir û derve di nava rêxistiniyek rêkûpêk de ye.
Erdogan, demeke dirêj Israîl û Filîstîn kirin palika siyaseta xwe... Piştre bû hawariyê demokrasiya li herêmê... Ne hindik, çend salan direksiyona desthilatdariya xwe bi vî rengî zemt kir. Li hundir jî, pêşî bi Ergenekonê dest pê kir. Operasyonên bi navê Ergenekonê gavek nû bû û li hundir û derve weke prestij bikar anî. Rewşenbîrên herî navdar yên Tirkiyê jî, bûne şûrkêşê AKP´ê û Erdogan.
Kesî ne xwest rûdêna rast ya Erdogan, ya demagojîk, şantajist, têr teşqele, xap û rîp,  dek û dolab bibîne. Li xiş û hesabê wan kesan jî dihat. Teva, baş zanîbûn ku firaze û mîrateya Komara Tirkiyê gemarî ye, bi xwîn û tejî kirêtî ye. Li gorî wan, Erdogan û AKP´ê, ji pêşerojên Tirkiyê, ji desthilatdariyên kevin yê Tirkiyê paqijtir e.  Lê xwe dixapandin û hîna jî xwe dixapînin.
Bê çawa dozên Ergenekonê, ketin qonaxa paqijkirina li pêşiya dewletbûna AKP´ê; doza li dijî darbekarên faşîzma 12´ê Îlonê jî, şoveke ku Kurd jî di nav de, raya giştî ya Tirkiyê bixapînê ye. Vekirina doza li dijî Kenan Evren û Tahsin Şahînkaya hatiye vekirin jî, hamleyeke wajî kirina rojevê ye.
Di van rojên ku, otoriteya faşîzan ya li dijî Kurdan gihaye radeya herî bilind, tecrîda li ser Birêz Ocalan gihaştiye 258 rojan, hejmara girtiyên siyasî ber bi 8 hezaran ve diçe,  çalakgerên di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de, li hundir û derve radikin nexweşxaneyan, gerila bi komkujî têne şehîd kirin,  şoveke wiha lazim bû.
Erdogan li dijî Kenan Evren û Tahsin Şahînkaya dozê dide vekirin, lê wezîrê karên hundir û waliyê wê demê Andulkadîr Aksu û hwd. di kêleka wî de ne. Dema ku Erdogan bi Hitler re tînin beramberî hev, wek mirovên aşûfte, desthilatdariyên berî xwe mînak nîşan dide. Yanî dibêje ez ligel wan bi ´ava zemre´ şiştî me. Lê naaa, Erdogan, biqasî desthilatdariyên Tirkiyê teva, Kurd şepirze, belengaz, neçar û bêzar kirin û biqasî wan jî kuştin kirine. Bi destnîşan kirina firazeya lewitî û gemarî ya Komara Tirkiyê, Erdogan paqij nabe û nikare xwe ji gunehkariyên mezin xelas bike.
Ji ber ku Erdogan, ji serokwezîrê berî xwe teva zalimtir e û rekiha dîlgirtina ji bo Kurdan, ya herî kujerî di dema wî de hatiye çêkirin.
Di her manewreya siyasî ya Erdogan de, sêdarên dardekirinê hene.  Mînaka vê jî, ferman û kiryarên di çarçoveya van fermanên ku berî Newrozê bi hefteyekê kirin pratîkê û heta îro jî berdewam dikin e. Bi fermanên Erdogan herî hindik, 40 gerilayên Kurd hatin şehîd kirin. Ji aliyekî ve kurdan dikuje, digire, kiryarên şikandina îradeya gel dike pratîkê, ji aliyê din ve, siyaset û dîplomasiya li dijî parçeyên din yê Kurdistanê jî dimeşîne. Civînên weke Abantê jî pêktînin.
Balkêş e, nivîskar û rewşenbîrên bi nifşê xwe Kurd, di civînên weke Abantê de, payeyan ji xwe re derdixin û ji wan weye ku, li ser hesabê Kurdan diaxivin.  Dewleta AKP´ê jî  wan weke nûnerê gelê Kurd dibîne? Çawa feqîrtiya mêjî ye ev!..
Mixabin kesên wiha, tenê dibine maşika Erdogan û siyaseta AKP´ê. Lê guman dikim ku ew jî siyaseta berjewendiyan dimeşînin.
Ev kesên ku weke ´rastiya altefnatîf´ têne bikaranîn, ziyanê didine dahatuya gelê Kurd.
Lê gelê kurd, êdî xwe nas kiriye. Dema ku mirov xwe nas kir, her kesî nas dike. Eger Erdogan û AKPê vê siyaseta xwe bidomînin, Kurd wê xwe dûrî hemwelatiya Tirkiyê jî bikin. Ji ber ku Tirkiyê ber bi şerekî hindurîn ve tê ajotin.