Çalên hatine kolan riyên ku dest bi çêkirinê hatibûn kirin jî hemû nivco hatin hiştin, terkî qedere xwe hatin kirin. AKP’iyên ku soza dê gund bikin “gundê mînak” jibîr kirin, gund vegerandin wêraneyê û bi vî rengî ceza kirin. Li gund xebatên kanalîzasyon û çêkirina riyan a ku beriya hilbijartinan hate destpêkirin hatin rawestandin û welatiyên gund mecbûr man ku çalên vekirî hatine hiştin bi axê ve tijî bikin.

´Derew kirin´

Welatiyên gund bi gotina “Xizmeta şaredariyê ku peywira wan e bikin beramberî dengan dikin. Soza dê gund bikin gundeke mînak dan me, em ji gundên mînak berdin bila karê xwe yên nivcî hiştine bila temam bikin” li hemberî rewşê nerazîbûn nîşan dan. Welatiyê bi navê Tahsîn Arslan ê li gund dijî got ku beriya hilbijartinan Wezîr Faruk Çelîk gelek caran hatiye gundê wan û wiha berdewam kir: “Wezîr ji me re got ‘hûn heta niha çima nehatin, heke hûn bihatana me yê ji bo gund her tişt bikira’ Dema ku hat makîneyên kar jî anî û xebat dan destpêkirin. Lê dîtin ji gund ji bo AKP’ê deng dernakeve hemû makîneyên kar paş ve kişandin. Tu der sererast nekirin, heta çalên ku vekirin jî negirtin.”

‘Ya heyî ji xira kirin’

Welatiyê bi navê Mehmet Gumuş jî diyar kir ku şaredariyên AKP’î bi beramberî dengan dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku fêm kirin deng dernakeve her tişt kom kirin û birin. Gund terkî qedera xwe kirin. Heta hilbijartinê xebitîn. Lê piştî ku fê kirin deng ji wan re dernakeve dozer birin, kanalên kanalîzasyonê yên ku hatine vekirin gundiyan bi derfetên xwe ve tijî kirin. Hemû mal di bin heriyê de man. Ne zarok ne jî wesayît ji kolanan nedikarîn derbas bibin. Çend caran me daxwazname da lê tu kes nehatin gund.” Gumuş da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê wakî ku xebatên li gund hatiye temamkirin derbasî raporên xwe dike û wiha berdewam kir: “Gotin ewê vê derê bikin gundê mînak, lê bihêlin kirina gundê mînak ya heyî jî xirakirin û çûn.”

Zarokek mir

Welatiyê bi navê Alî Atmaca jî da zanîn ku beriya hilbijartinan li gund qaşo xebatên binesaziyê hate kirin û sozên ku hatine dayîn jixwe xizmeta şaradariyê bû divê mecbûr bikirina. Atmaca anî ziman ku ji ber pirsgirêkên binesaziyê li golên avê yên ku çêbûne de salên borî zarokekî 8 salî miriye. Atmaca wiha got: “Em ev rewş ragihand lê kesekî xema xwe pê neanî. Me dev ji gundê mînak û xebatên binesaziyê berdaye. Bila riyên me çêkin. Meydana gund bûye gol. Me ev tişt her tim anî ziman. Kesek xebatekî nake. Tenê gazincên me beriya hilbijartinê guhdar kirin. Lê piştî hilbijartinê encam dîsa wekî berê ye. Jixwe em bixwazin jî ne xema kesekî ye.”

DIHA/RIHA