Dewleta Tirk ji bo xurtkirina dijminatiya Rojava şêweyên şerê xwe yê qirêj nûjen dike. Ew niha hewl dide hin alîgirên nû yên ku karibin Rojava tengav bikin, peyda bike. Bi riya komên çete yên mîna DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El-Şam, AKP´ê û Erdogan nema dikarin rê li pêşiya bipêşveçûna tecrûbeya Rojava bigirin. Di warê eskerî û siyasî de her roj Rojava xurtir û bi gewdetir dibe. Federaliya Rojava cihê xwe digire û Ereb êdî xelasiya xwe tê de dibînin. Hêzên QSD´ê jî li ser asteke heremî êdî bûne hêza sereke ya hevkara civaka navneteweyî li dijî terora DAIŞ´ê.
Ev hêz di hemû şerên li dijî DAIŞ´ê ya herî serketî û bi bandor e. Ew xêzên sor yên qaşo Erdogan behsa wan dikir, yek bi yek ji holê hatin rakirin. Herema Minbicê tevî bi sedan gundên xwe ji destê çeteyên AKP´ê û Erdogan rizgar bû. Niha çavê QSD´ê li rizgarkirina Cerablus û Babê ye. Bi gotineke din, divê herema Şehba bi temamî bête rizgarkirin û kantonên Rojava êdî bibin yek. Divê Efrîn û Kobanê hev himbêz bikin.
Beriya hemleya azadkirina Minbicê, AKP´ê dîn û har dibû û her roj xetek li xetên xwe yên “sor” zêde dikir. Lê van tehdîdan pere nekir. Bi demê re “fişebûna” AKP´ê û Erdogan ji hemû cîhanê re diyar bû. Çeteyên ku wî ji bo kuştina Kurdan û dirustkirina şerekî mezin bi Erebên heremê re, wezîfeya xwe pêk neanîn. Derbarê vê yekê de Salih Muslim, hevserokê PYD´ê dibêje, “Helwêstên van hêzan destpêkê gelekî dijwar bû. Dema ku rojhilatê Firatê hat rizgarkirin, wan gelek xetên xwe danîn. Lê ew xetê wan binpê bûn. Ji bo Minbic û Cereblûsê helwêstên wan tu dibêjî belkî, ew xwediyên malê ne û biryarê didin. Dema ku gel li vir heye, bi hev re biryar dan û bi hev re dixwazin tiştekê bikin, ti mafê kesî tune ye ku destdirêjiyê bike. Lê bêguman me guh neda helwêstên wan.”
Erdogan û AKP niha dixwazin hemû aktoran bi hev re li dijî Rojava bidin xebitandin. Niha Erdogan berê xwe dide Rûsya û çongan li ber Putin dide erdê. Di heman demê de bi riya Îranê peywendiyan bi rejîma Esed re saz dike. Armanca herî sereke jixwe têkbirina Rojava ye. Erdogan dixwaze federaliya Rojava ji derve bixeniqîne û ji hundur jî bi riya çeteyên xwe xerab bike.
Dewleta tirk niha hewl dide hemû komên çete bicivîne ser hev û ji wan artêşeke mezin amede bike da ku di siberojê de şerê Rojava bike. Da ku ev kom karibin rê li pêşiya QSD´ê û hemleyên azadkirina herema Şehbayê bigirin. Jixwe guhertina navê El Nûsra ji bo El Fetihê, pêşniyaza AKP´ê û Qeterê bû. Qaşo ev rêxistina terorê ya girêdayî El Qaîdeyê, dê ji aliyê welatên cîhanê bête qebûlkirin eger ew navê xwe biguherîne.
Aliyekî konsepta li hemberî Rojava bi riya PDK´ê jî tê şidandin. AKP´ê û Erdogan destê xwe xistine xinaqa PDK´ê û ew tam ji bo xizmeta siyaseta xwe li heremê kirine amûrekî sereke. PDK ambargoya li ser Rojava xurtir kiriye. Her weha şerê medyayê jî li dijî YPG û Rojava dijwartir kiriye. Hemû alavên ragihandinê yên PDK´ê Rojava û berxwedanê reş dikin û destekê didin hêzên dijberên Rojava û Kurdan.
Erdogan dê hewl bide hebûna xwe bi berfirehkirina şerê li dijî Kurdan û Rojava rewa bike. Ew ê hewl bide hestên nijadperestiyê li cem Tirkan xurt bike û xwe mîna “parastvanê axê” bide diyarkirin. Qaşo Kurd dê Tirkiyê û Sûriyeye parçe bikin û li pêşiya Erdogan tenê xulamtiya Rûsya û Îsraîlê maye da ku rê li ber vê “parçebûnê” bigire!.
Di rojên pêş me de Erdogan dê şêweyekî şerê Naziyan û Hitler li dijî Kurdan pêk bîne. Ew dê bi hemû hêza xwe hewl bide Rojava bixeniqîne. Loma divê hemleya azadkirina herema Şehba zû bi rê ve biçe, da ku kartên vî qatilî ji dest bêtin derxistin. Her weha federalî jî divê di zûtirîn demê de bi forma xwe ya dawî bête ragihandin.