Rêbaza dewleta Tirk jî ew bû ku li şûna hilbijartiyan, qeymeqam û alîkarên waliyan wekî "qeyûm" destnîşankirin û ti kes ji meclîsa şaredariyê nehat wezêfedarkirin. AKP´ê bi vî rengî li gorî xwe hewl da îradeya gel a betal kir, lê berxwedana gelê KUrd li dijî biryarê li her deverî dewam dike. Şaredariyên ku dewleta Tirk bi biryara xwe dest danî ser wan ev in:
1- Şaredariya DBP'ê ya Batmanê, Cîgirê Walî Ertuğrul Şeref Aksoy
2- Şaredariya DBP'ê ya Culemêrgê, Cîgirê Walî Cuneyt Epçîm
3- Şaredariya Xinisa Erziromê ya DBP'ê, Qeymeqam Bulent Ay
4- Şaredariya Giyadîn a Agiriyê ya DBP'ê, Qeymeqem Mekan Çeviren
5- Şaredariya Bişêrî ya Batmanê ya DBP'ê, Qeymeqam Mustafa Maslak tayîn kirin.
6- Şaredariya Kercosê ya Batmanê ya DBP'ê, Qeymeqam Unal Koç
7- Şaredariya Farqînê ya Amedê ya DBP'ê, Qeymeqam Murat Kutuk
8- Şaredariya Sûra Amedê ya DBP'yî, Cîgirê Walî Bilal Ozkan tayîn kirin.
9- Şaredariya Tuzluca ya Îdirê ya DBP'ê, Qeymeqam Îbrahîm Cîvalek
10- Şaredariya Kerboranê ya DBP'ê, Qeymeqam Mehmet Yaşar Yeşiltaş
11- Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê ya DBP'ê, Qeymeqam Muhammed Fatih Safiturk 12- Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê ya DBP'ê, Qeymeqam Halît Benek
13- Şaredariya Nisêbînê ya DBP'ê, Qeymeqam Ergun Baysal,
14- Şaredariya Kopê ya Mûşê, Qeymeqa Omer Şahîn
15 Şaredariya Dihê ya Sêrtê, Qeymeqam Murtaza Dayanç,
16- Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê ya DBP'ê, Cîgirê Walî Tarik Açikgoz 17- Şaredariya Cizîrê ya DBP'ê, Qeymeqam Ahmet Adanur
18- Şaredariya Sîlopî ya Şirnexê ya DBP'ê, Qeymeqam Savaş Konak
19- Şaredariya Artemêtê ya Wanê ya DBP'ê, Cîgirê Walî Îbrahim Ozkan 20- Şaredariya Erdîşa Wanê ya DBP'ê, Qeymeqam Mehmet Şirin Yaşar
21- Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ya DBP'ê, Cîgirê Walî Onder Can 22- Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê ya DBP'ê, Qeymeqam Serdar Karal
23- Şaredariya Îkîkopru ya Bişêriyê ya DBP'ê, Qeymeqam Mustafa Maslak
24- Şaredariya Xoşxeber a Îdirê ya DBP'ê, Cîgirê Walî Bilgehan Karanfîl
Ji bilê Şaredariyên BDP'ê çend şaredariyên din jî bi kayyumê hatine desteserkirin.
DBP: Em vê nas nakin
Berî ku biryara qayûm bê ragihandin, nûnerên DBP û HDP'ê ragihandibûn ku ew ê qeyûman nas nekin.
Li aliyê din bi biryarê re dewleta Tirk li bajarên Kurdan doh ji serê sibê ve înternet qut kir, 3G jî betal kir.
NAVENDA NÛÇEYAN