Federasyona Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê, aktîvîsta ji Başûrê Kurdistanê Sara Mihemed a li dijî “zexta ji ber namûs û toreyê û zewicandina zarokan” têdikoşe, îsal hêjayî Xelata Mafên Mirovan dît. Xelat, pêr di semînereke li ser zewicandina zarokan a li Mala Çandê ya li navenda Stockholmê de radestî Sara Mohammed, hat kirin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Neteweyên Yekbûyî de hat ragihandin ku Mihemed bêtirs mafên jinên ciwan parastiye û ji bo zewicandina zarokan bi temamî bê qedexekirin têkoşiya ye, lewma hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Sara Mihemed ev demeke dirêj e Seroka Federasyona bi navê “Pela û Fadîme qet ji bîr neke” ye. Federasyon bi têkoşîna xwe ya li hemberî “cînayet û şîdeta ji ber namûs û toreyê” tê naskirin. 


 STOCKHOLM