Aktîvîstên ji pêr bi şev ve rêya ber bi fabrîkaya Rheinmetallê asê kirî, guhertina wardiyayê asteng kir. Aktîvîstan got, “Ji bo rojekê jî be, me nehişt ku ev fîrmaya veguheriye makîneya kuştinê, çekan hilberîne.”
Li ber fabrîkaya Rheinmetall a li devera Unterluss a Elmanyayê, dijberên şer ji 1’ê Îlonê ve çalakiyan dikin. Di çalakiyan de qala zerara ku Rheinmetall dide dinyayê tê kirin. Hin ji çalakgeran rêya ber bi Rheinmetallê ve diçe asê kir. Du ji aktîvîstan xwe bi dîrekên li ser rê ve girê da û bi vî rengî karkerên fabrîkayê nekarî bikevin fabrîkayê û kar bikin.
Lewma guhertina wardiya ya vê sibehê pêk nehat. Berdevkê çalakgeran Ulli Becker got, “Rheinmetall bi binpêkirina qanûnên navneteweyî, hevparê sûcê dewleta Tirk e li Efrînê. Ji ber ku beriya vê dagirkeriyê hemû amûr û cebilxane ji aliyê Rheinmetallê ve hatibûn hilberandin.”
CELLE