Li Yewnanîstanê roja yekşemê hilbijartin pêk hat. Partiya çepgir a Serokwezîr Aleksîs Çîpras di hilbijartinê de dengê xwe kêm kirin. Aktorê krîza aboriyê ya heyî bû desthilatdar. Di hilbijartinê de partiya rastgir Demokrasiya Nû ya Kyriakos Mîçotakîs 39.7 ji sedî yê dengan wergirt, bû partiya serketî û li parlamenê ji 300 parlamenterî 158 parlamenter wergirt.
Em ê xwe ji nû ve ava bikin
Partiya Çîpraz Syrîza jî 31.5 ji sedî yê dengan wergirt û hejmara parlamenterên wê ji 144 parlamenteran daket 86’an. Hilbijêr Syrîza sûcdar dike ku sozên xwe pêk neaniye û polîtîkaya teserûfa giran li wan ferz dike. Çîpras qebûl kir ku di hilbijartinê de têk çûye û Mîçotakîs pîroz kir. Serokwezîrê heyî soz da ku wê di mûxalefetê de çalak be û xwe ji nû ve ava bikin.
ATÎNA