Min şeş heft sal berê niviseke bi serenavê “Alakolîk” nivisî bû. Lewra di cihanê de tu gel û netew bi qasê tirkan fetîşîstê alê, yan jî alakolîk nine. Hima di tiştekî piçûk de, her kes alekê digire û bi halanê derdikeve der, bi wê jî namîne, bi hestê netewperestiyeke faşîst ji kesên din jî dixwezin ku ew jî alekê bigirin, yan jî bi zor û kotekê ala xwe bi wan didin maçkirin. Jiwê li Tirkiyê fîrma herî zêde pere qezenc dike, fîrmaya al hildiberîne ye.
Serkarên Tirkiyê di hemû deman de ala xwe wek alaveke teslîmgirtin, îşkence û serkeftina serdestiya xwe bi şêwazeke sadîstî bikaraniye. Di qereqolan de ev al û siruda wan a netewî bi awayê feleqê wek alaveke êşkencê hatiye bikaranîn. Di heman demê de ew al xistine derekeya alaveke gel û neteweyên din piçûkxistinê. Ji her kesî xwestine ku ji wê alê re rêzbigirin, lê bi xwe jî ji tu al û nirxên gelan re rêz nagirin.
Ev fetişîzma tirkan di nava kêm neteweyan de heye. Li hin welatan di hilbijartinan de ala netewî wek alaveke hilbijartinê bikaranîn qedexe ye. Lê li Tirkiyê xwepêşandanên hilbijartinê xwe diguhezîne pêşbirka allibakirinê. Wan ev ji HDPê jî xwestin. Hima bigire di hemû bernameyên televizyonan de ev mijara bikarneanîna alê ji rayedarên HDPê dihat pirsîn. Her çendî bersivên pêdivî pê hebû, digirtin jî, dîsa û dîsa dipirsîn.
Di xwepêşandana Kazliçêşmêyê de hin bêşdaran ala tirkan li ba kirin. Lê mixabin ev jî bû mijara êrişên koroya xêrnexwazên di bingehê xwe de ji yek navendekê ve tê birêvebirin. Borazanên çapemeniya AKPê xebitîn ku vê wek xapandineke hilbijartinê nîşan bidin, lema mijara “çima li Kurdistanê alê dernaxin” derxistin pêş. Borazanên wan ên nijadkurd yan jî qaşo kurdewar ku wek ajanên potansiyel yan jî bandorî her û her êrişdikin, ev wekî kurdayetî li cih hîştin û tirkbûnê derxistin pêş.
Al ne tişteke xwedayî, tenê sembol û remzên nûnêrtiyê ne. Her kom, her bajar, her kêmar û her netewe, heta komên pêgogê dikanin wek danasînê ji xwe re sembolekê hilbijêrin. Ji bo ku pevçûn û xirabî pêkneyên, ji sembol û remzên hev re rêzgirtin ji bo jiyana bi hev re girîng e. Li remz û sembolê hev heqaretkirin jî tenê ji xirabiyan re rê vedike. Serdest û derûdorên berjewendiyan her dem dixebin ku vê mijara alê ji bo xwe bikarbînin. Lema divê mirov şiyar be û neyê van lîstikan
Li ba kurdan Al
Ji Gutî/gurtî, Hûrî-Mîtaniyan bigire ta vê roja me her mîrîtî û serhildanên kurdan jî li gor xwe hin sembol, remz û al bikaranîne. Wek encama çand û têgihîştina derûnî ya ji kûrahiya salan tê; “roj” ê di bîra kurdan de hêlîna xwe lêkiriye. Di nava gel de; “welatê rojê, roja pîroz” bi rojane tê bikaranîn. Ji rengan jî rengên “Kesk, sor û zer” bi awayekî hişmendiya netewî di giyana hemû kurdan de rûniştiye. Di helbestên hin hozanan de jî bûye: “Kesk, sor û zer e / Spî û gewher e / Nîşana zafer e.” Serhildana Agiriyê ala bi roja li pey çiyayê Agirî derketî bikaranî. Ala Komara Mahabadê heye, Ala ERNKê, Ala berxwedana Rojava heye û Ala Kurdistana Başûr bikartîne heye. Eger Kongreya Netewî bicive û biryara yek alekê bigire, xweber ew al dibe ala tevahiya kurdan û her kurd jî wê biryarê dipejirîne. Bêguman wê ji alên din yên ta niha hatine bikaranîn re jî rêz were girtin.
Encam
Bi dîtina min li al, sembol, remz û nirxên gelan heqaret kirin, ew piçûkxistin, ne helwesteke baş e. Divê mirov bi vê şiyarê nêzîkê alan bibe: “Em çawa dixwezin ku her kes ji al û sembolên me re rêz bigire, divê em wisa jî ji al û sembolên komên din re rêz bigirin.” Xwerû jî gelên li gel hev, di nava hev de dijîn jî, divê ji nirxên hev re rêz bigirin û bi tolerans bin. Çawa rayedarên serkariya Kurdistana Başûr têkiliyên fermî de herdu alan (a Kurdistana Başûr û Iraqê) bikartînin tiştek normal e, wisa jî eger tirkek, yan jî kurdek ji rêzê sembolên kurdan û ala tirkan di xwepêşandanekê de li gel hev bikarbîne, ev jî tişteke normal e, vê mezinkirin ne helwesteke rast e. Tolerans, hevpejirandin, ji hev û nirxên hev re rêzgirtin ji bo bihevrejiyana gelan divêtiyekê ye.