LEZGÎN ÎBRAHÎM / ANHA/BEYRÛT
17`ê Mijdarê li Beyrûtê kongreya “Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve” pêk hat. Gelek lêkolîner, akademîsyen û siyasetvan tevlî vê kongreyê bûn. Yek ji wan jî akedemisyen û lêkolînerê Kurd Seevan Saeed e ku vê gavê li Çînê di Shaanxi Normal University de serokê Beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye, derheqa fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de peyivî.
Seevan Saeed got, li dijî sîstema kapîtalîst û krîzên wê yên halê hazir gelek akedemîsyen û lêkolîner li rêyên nû digerin. Seevan Saeed îşaret bi alternatîfa “demokrasiya radîkal kir” û li ser vê yekê fikr û hizrên Abdullah Ocalan wiha parast: “Ez bi xwe jî gelek li ser fikr û hizrên Ocalan lêkolînan dikim. Her wiha gelek ronakbîr li tevahiya cihanê li fikrên Ocalan dikolin. Neteweya demokratîk ku ji aliyê Ocalan ve hatiye bipêşxiskirin, ez bi xwe jî tevlî bûm, li Çîn û Japonyayê di semîran de dihatin nîqaşkirin. Gelê Kurd bi sêrkêşiya Abdulah Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê, ala guhertinê rakiriye.”