Bi biryara walîtiya Kerkûkê, di rojên fermî de ligel ala Iraqê wê ala herêma Başûrê Kurdistanê jî li bajêr li avahiyên fermî were daliqandin, ha vê biryarê Enqere aciz kir.  Sefîr û Berdevkê Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk, Huseyîn Muftuoglu li Kerkûkê daliqandina ala Kurdistanê li avahiyên fermî weke cihê xemê bi nav kir. 
Mustuoglu got, “Hewldanên bi vî rengî zirarê didin çanda pirr nasnameyî” û îdîa kir ku heta referandûma ji bo diyarkirina statuya Kerkûkê pêk neyê, ev kirinên yekalî wê zirarê li Kerkûkê û xelkê wê bikin.

Bi her halî dema ku mirov bîne bîra xwe ku Mesûd Barzanî 26´ê Sibatê çûbû serdana Tirkiyeyê û hingê ala herêma Başûrê Kurdistanê li balefirgeha Ataturk a Stenbolê hatibû daliqandin, mirov fêm nake, ka çima heman al dema li Kerkûkê were daliqandin, Enqereyê aciz dike. 


 KERKÛK