Waliyê parêzgeha Kerkûkê Necmedîn Kerîm dest nîşan kir ku biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo daxistina ala Herêma Kurdistanê li Kerkûkê ne yasayî ye û got; “Ala me wê li jor bimîne.” Li aliyê din doh ji ber hemen mijarê parlamenterên PDK û YNK’î civiyan û helwesta xwe ya hevpar eşkere kirin.

Doh li Kerkûkê Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm têkildarî biryara pêr a Parlamentoya Iraqê ya li ser daxistina ala Herêma Kurdistanê li ser sazî û navendên hikûmetê yên li Kerkûkê, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Necmedîn Kerîm di daxuyaniyê de diyar kir ku Parlamenterên Kurd li hemberî wê helwesta ne destûrî ya li Parlamentoya Iraqê helwesta xwe nîşan dan û got: “Em dibêjin piştrast bin ku wê ala me her li jor bimîne. Em biryara Parlamentoya Iraqê nas nakin. Me ji wan re gotiye ku ew mafê parlamentoyê yê redkirina biryara Encumeniya Kerkûkê ya ji bo rakirina alê, nîne. Destûr jî piştgiriya me dike.”

Heman helwêst ji bo serxwebûnê nîşan dan

Polîtbûroyên PDK û YNK’ê di civîna xwe ye doh de derbarê dem û mekanîzmaya referandûmê de biryar standin û her wiha derbarê bilindkirina ala herêma Kurdistanê li Kerkûkê de jî gotin; “Mafê Kurdan ê bilindkirina alê heye.”

Piştî civînê aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê pir bi hûrûkûr û berfireh hatiye nirxandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ku herdu aliyan biryar daye bi awayeke cidî li ser mijara referandûmê bixebitin. Her wiha herdu alî komîsyoneke hevbeş pêk bînin da ku li gel aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê ji bo diyarkirina dem û mekanîzmaya çawaniya referandûmê danûstandinan bikin.

 Polîtbûroya PDK û YNKê di daxuyaniya xwe de gotin; “Bi baweriya me hikûmeta Iraqê çendîn sal e ji pêkanîna pêwîstiyên madeya 140 a Destûra Iraqê direve. Lewma, çawa mafê hikûmeta Iraqê hebe li Kerkûkê ala Iraqê hilde, bi heman awayî mafê Kurdane jî ala herêma Kurdistanê bilind bike.”

Bilindkirina alayê qanûnî ye

Her wiha hate gotin; “Ji ber di destûrê de bi zelalî behsa Kerkûkê û çend deverekê din hatiye kirin û weke “herêmên bi nakok” hatine pênasekirin, ji lewma ji bo Herêma Kurdistanê jî li Kerkûkê bilidnkirina ala herêmê zagoniye.''


KERKÛK/ROJNÊWS