Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di roja 27’emîn a operesyona Rizgarkirina Bajar û Bendava Tebqayê (ku di 21’ê Adarê de hatibû destpêkêkirin) derbasî navenda bajarê Tebqayê bûn û beşek ji taxa Îskenderiyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Paşê şervanan gav bi gav li taxê pêşketinên nû bi dest xistin. Pêr konvoyeke tirimpêlên bi çekên giran barkirî û panzêrên zirxî ku şervan radikirin ber bi taxa Iskenderiyê ve ketin rê û di nav çend seatan de biqasî 500 metre 3 kolanên taxê rizgar kirin û bi pêşve çûn. Yekser bi pêşketina şervanan re hemwext çeteyên ku di Tebqa de hatin dorpêçkirin, bi tirimpêleke bombebarkirî û di bejahiyê re êrîş kirin. Êrîş rastî berxwedana şervanên QSD’ê hat û piştî kuştina 15 çeteyan êrîş hate şikandin. Termê çeteyan di qada şer de man.

Malbatekê bi ala spî xwe gihand şervanan

Di dema pevçûnan de malbatek sivîl ku ji bav, dayik û 3 zarokan pêk dihat, û ala  spî rakiribû xwe gihand şervanan û ji aliyê şervanên jin ve hatin pêşwazîkirin.

Jina bi navê Newal ku berê ji ber êrîşên çeteyan hewl dabû xwe bispêre gundê Sifsafayê û hewldana wê bi ser neketibû got: “Dema şer dest pê dikir, me nediwêrî ji malên xwe derkevin. Dema Sefsafa hat rizgarkirin, me hewl da carekê derkevin, lê çeteyan rê girt û yê ku derbas dibû dikuştin. Êdî dema şer derbasî Iskenderiyê bû, çeteyan em ji malên me qewitandin, lewra em reviyan vê herêmê.”

Malbat li vir roj û şevekê li gel şervanan ma heya ku riya derketina wan ji herêmên şer bi ewle bû.

Şerê herêmê 22 saetan dewam kir

Pevçûnên li vê herêmê di roja 17ʹê nîsanê de ji seat 13.00’an a dest pê kirin û heta saet 10.00’an a roja 18’ê Nîsanê dewam kir. Di êrîşan de çeteyan, tirimpêleke zirxî bikar anîn. Teqandina tirimpêlê tu ziyan negihnad şervanan û li vir êrîşan dest pê kir. Êrîş hemwext ji 3 aliyan ve pêk hatin. Li ser piraniya çeteyên êrîşkar rextên xwekujiyê hebûn.

Şervanê bi navê Adil ku bi xwe yek ji çeteyên êrîşkar kuştibû wiha behse êrîşê kir: “Çete di kolanê de direviya û tenê dixwest bikeve nuqteya me da ku xwe biteqîne. Lê me ji jor ve ew zeft kir û guleyek li serê wî da. Yekser li erdê ket. Çeteyên hatin hemûyan jî xwest xwe biteqînin, lê yek jî bi ser neket. Hevalên me hemû zeft kirin û avêtin erdê. Heya seatên êvarê pevçûnan bê navber dom kir. Di seatên êvarê de li eniya DAIŞ’ê agirek gurr bû û dengê teqandina gule û bombeyan hat. Paşê şervanan diyar kirin ku Çete cebilxaneya xwe diteqînin.ʺ

Di seatên şevê de şervanan dewr girt û ketin nav tevgerê, di nav 3 seatan de mesafeyeke bi qasî nîv Kîlometreyê bi taxa Iskenderiyê ve çûn û rizgar kirin. Bi vê yekê re parçeyek bi qasî ji sedî 70 yê vê taxê ket bi serweriya şevanên QSD’ê.

Fermandarê Tebûreke QSD’ê Egîd Welat diyar kir ku bi pêşketina pêr re, hêzên wan gihiştin cihê herî stratejîk ku karibin parastina xwe bikin û dorpêça li ser çeteyan girantir bikin.

500 sivîl hatin xelaskirin û di demeke nêz de rizgarî tê

Di sibeha doh de, ji eniyê dengê qerebalixa zarok, jin û kalemêran hat. Di vê demê de hijmarek zêdeyî 500 sivîlan xwe ji destê çeteyan rizgar kirin û xwe avêtin bextê şervanan.

Şervanê bi navê Ernesto Qamişlo diyar kir ku ji doh sibehê ve wan kariye bi korîdorekê bi sedan sivîlan ji hudirê Tebqayê rizgar bikin û wiha dom kir: “Sivîlên taxa Iskenderiyê jî, ji bo ewlehiya wan me veguhezandin cihek bi ewle dûrî qada şer.ʺ

Fermandarê Tabûreke QSD’ê ya li taxa Iskenderiyê yê bi navê Serbest Kobanê diyar kir ku ew nêzî dilê bajarê Tebqayê dibin û dê di demek kurt de  ala “Zer” li wir bilind bikin. 


Li pey xwe 47 term hiştin

Erîşên DAIŞ’ê yên ku li taxa Îskenderiyê, li başur û bakur rojavayê Tebqayê pêk hatin bi berxwedana şervanên QSD’ê tev hatin şikandin. Di şer de 47 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 15 endamên DAÎŞ’ê tevî 15 kalaşnikof û rextên wan, ketin deste şervanên QSD’ê. Endamên DAÎŞ’ê, ji bo şikandina dorpêça li ser bajar, pêr saet di 05.00’an de êrîşî gundê Ayid Kebîr ê li başurê Tebqayê kirin. Di êrîşê de li gund û derdora wî, şerên giran qewimîn. 5 DAÎŞ‘iyan xwestin bikevin nava gund û xwe bi sivîlan de biteqînin. Ji bo parastina sivîlan, şervanan berxwedaneke bêhempa dane meşandin û her 5 êrîşkarê xwekuj bêbandor kirin. Di encama pevçûnên ku zêdetirî 3 saetan dom kirin de, gelek leşkerên DAÎŞ‘ê hatin kuştin. Ji bilî xwekuj, cenazeyên 5 leşkerên DAÎŞ’ê tevî 4 çekên kalaşnikof û 4 rextan ketin destê şervanan.

Her wiha şervanên QSD’ê cihê ku xwe jê vekişandin, dîsa ji dest DAÎŞ’ê girtin. Zêdetirî 20 DAÎŞ‘ên ku li hember şervanan nikaribûn xwe ragirin, di avahiyekê de asê man. Ev avahî ji aliyê balafêrên Koalisyona Navnetewî ve hat bombebarankirin. Di encamê de avahî bi ser serê çeteyan de hilweşiya û cenazeyên her 20 çeteyan di bin de man. Piştî ku 20 DAÎŞ’ê di avahiyê de hatin kuştin, êrîşa DAÎŞ‘ê sist bû û pevçûnên ku heta saet 21.00’an bênavber dewam kir, bi temamî hat şikandin. Di pevçûnan de 6 şervanên QSD’ê birîndar bûn. Ji wan 2 şervanên ku bi giranî birîndar bûn dema rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Şerê li herêmê didome. 


NAZDAR EBDÎ / ANHA / REQA