Alan Kurdî 68 penaber rizgar kirin
Rêxistina rizgarkirina penaberan li Derya Spî, See Eye ragihand ku wê îro 68 penaberên di botekê de rizgar kirine. Wan her 68 penaber bi silametî li keştiya xwe ya rizgarkirinê Alan Kurdî suwar kiriye. Di dema çalakiya rizgarkirinê de hêzên Lîbyayê dest werdaye operasyona wan û ji ber wê jî hin penaberan xwe avêtiye deryayê. Axir wan kariye her kesî xilas bikin. FRANKFURT