
Heger hewldaneke me ji bo danasîna rewşa civakekê wekî civaka Asûrî-Suryanî ya resen li Rojavayê Kurdistanê hebe, teqez em ê nikaribin wan ji bakur û başûrê welêt cuda bikin, ji ber ku cihê xwe wek Kurdan di dîrokê de girtine û mohra xwe jî li hemû rengên jiyanê xistine.
Wekî din, mirov nikare aliyên cografî û demografî yên Rojavayê Kurdistanê îro weke herêmeke serbixwe û veqetandî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê binirxîne. Ji ber ku hîna sedsal jî temam nebûne ku xetek ji têlan û leşkerên biyanî hatiye danîn di singa vê axê de ku yek xweza û yek bedena çandî ya hev temamker e.
Ji Waşokaniyê heta bi Serêkaniyê
Di çarçoveya vê mijarê de pêwîst e ku em bi kurtahî behsa kevnariya herêma Rojava bikin û bi taybetî jî îşaret bikin bi erdnîgariya di navbera Firat û Dîcle de ku wek deşteke dirêj xwe di navbera çiyayên Şengal, Kizwan û Bagokê de veşartiye.
Kevnariya herêmê di warê şênbûnê de vedigere heya 6 hezar sal berî zayînê li gorî zanyarên arkeolojî ku li navçeya Serêkaniyê (Waşokanî) diyar dibe. Waşokanî navê herî bi bandor yê wê demê yê Hûriyan e. Piştî Hûrî û Mîtaniyan, Împaratoriya Asûrî jî cihekî xwe girtiye û desthilatdariya xwe gihandiye heya vê herêmê. Cihê herî bi nav û deng yê vê imparatoriyê Girê Lêlan e (9 km li başûrê bajarê Tirbespiyê) ku wek paytexteke qralê Asûriyan (Şemşî Eded) li vê deştê hatibû avakirin û navê wê ji Şexna (ya ku di serdema Hûriyan de weke navenda aborî û tîcarî hatibû avakirin) guhert û kir Şibet Anlîl.
Di serdemên navîn de ev gel rastî qirkirinê û înkareke mezin hat, bi taybetî di demên xîlafetên Îslamî û Moxol û Osmaniyan de ku gelek komkujî û wêranî bi serê wan de hatin. Ji ber vê yekê jî ew ji warên xwe koçber dibûn yan jî xwe dispartin çiyayên Bagok, Şengal, Behdînan û Hekariyan.
Pêla dawî ya bicihbûna Asûrî-Suryaniyan li Rojava
Asurî- Suryaniyên kantona Cizîrê li Rojava heta berî sedsala 20’an weke malbat yan jî komên piçûk bi Kurdan re hevbeş dijiyan, lê ne bi awayekî mayînde wek Kurdan.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi behaneya, Ermenî û Asûrî û hin eşîrên Kurdan destek da Rûsyayê, Osmaniyan fermana qirkirina hemû neteweyên ne Misilman û Kurdên dijberî wan ragihand û guhertina demografiya Bakurê Kurdistanê kirin armanc. Vê demê li dijî van netewan qirkirineke mezin pêk hat. Êdî pirraniya Asûrî-Suryaniyan û bi wan re komên Kurdên Êzîdî û Misilman jî berê xwe dan Cizîra Rojavayê Kurdistanê û di nava eşîrên Kurd de yên li wir bi cih bûyî jiyan û hejmarekê ji wan jî berê xwe da herêma Dêre Zorê. Ew li hundirê Sûriyê di bipêşxistina jiyana heyî de bûn xwedî roleke mezin.
Wê demê Asûriyên ji Bakurê Kurdistanê yên Colemêrgê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê di bin parastina Îngilîzan de li derdora Dihokê û deşta Mûsilê bi cih bûn. Piştre, sala 1933’an ew ji artêşa Iraqa nû re dibin parçeyekî sereke.
Lê salên 1933-1934’an ji ber nakokiyên di navbera Iraqiyan û Asûriyan de û bi gumana xwesteka Asûriyan di avakirina herêmeke xweser de li deşta Nînovayê û ji ber xiyaneta Îngilîzan bi wan re, rastî komkujiyeke mezin hatin û pirraniya Asûriyan berê xwe da Cizîra Rojava û li derdora çemê Xabûrê li bajarê Til Temir bi cih bûn. Li vê herêmê 35 gund avakirin. Ji bilî wê jî hin malbat li gundên herêmê li kêleka Kurd û Suryanan bi cih bûn.
Rola Asûrî û Suryaniyan
di jiyana civakî de
Bi despêka hatina van netewan li herêmê, bi taybetî li Qamişlo û Hesekê bi avakirina dêran mijûl bûn. Sala 1927’an yekemîn dêr dan avakirin li herêma Qamişlo û hêdî hêdî jiyana xwe li gorî sîstema jiyana nû ya piştî komkujiyan dane rûniştandin. Ev civak hingê di pêşxistina çandinî û pîşesaziyê, nexasim jî di ya hesinkariyê de bi roleke mezin rabûn.
Cimaeta Asûr-Suryanî her wiha di kêleka her dêrê, dest bi avakirina dibistanan kir û komeleyên zanistî ji bo pêşxistina xwendinê vekirin. Wekî din bi Kurdan û Ermeniyan re di avakirina bajarê Qamişlo de ku berî hingê gundekî piçûk ê ser bi Nisêbînê bû, bi dewreke diyarker rabûn û ji bo vekirina stadên sporê û holên sînemayê ew her li pêş bûn.
Hingê Rojava di warê çand û kar de di serdemeke nû de bû û aliyên çandinî û pîşesaziyê di qonaxeke ewqasî kin de bi destên civaka xwe ya zengîn, bi reng û zimanên xwe pirr bi pêş ket. Ev rewş li Rojava wisa dewam dike heta bi hatina Partiya Beasê ku bû sedema xirakirina vê mîrasê û guhertina her tiştî bi navê Îslama siyasî û Erebkirinê. Hingî koçberiya van netewan hêdî hêdî ber bi Ewrûpa û Emerîkayê ve çêbû.
Cihûwarên Asûrî-Suryaniyan li Cizîrê
Di salên 1920-1930’î de li navçeya Tirbespiyê hejmareke mezin a Asûrî-Suryaniyan xwe lê girt. Hingê li pirraniya taxên bajêr bi cih dibin, her wiha 10 gundên wan hene li derdora bajêr. Ev gund bi pirranî hevbeş in di navbera wan û Kurdan de, tenê sê gund hene ku xwerû şêniyên wan Suryanî ne.
Li Til Temirê 35 gund li kêleka çemê Xabûrê hene, wekî din hejmareke mezin li bajêr jî dimînin û dêreke mezin li wir heye.
Li Hesekê, Dirbesiyê, Serêkaniyê, Amûdê û Qamişlo gelek Asûrî-Suryanî, Ermenî û Keldanî li navenda bajêr dimînin.
Çand û ziman
Di mijara ziman de em dikarin cudahiya di navbera peyva Suryanî û Asûrî de şîrove bikin û li ser vê bingehê em ziman bidin naskirin.
Du sedemên sereke hene ji bo bikaranîna her du navan bi rengekî hevbeş. Ya yekemîn ew e ku du zaravên ziman de di civaka Asûrî de peyda dibin, zaraveyê rojhilatî ku jê re Suryanî tê gotin û zaravayê rojavayî ku Asurî tê gotin û ev cuda bûn bi sedemên qutbûna cografî di demên şer û dagirkeriyên bê navber de hatiye avakirin. Mîna civaka Êzîdî ku peyva rojhilatî ji hemû Êzîdiyên herêma Xaltan re tê gotin û ji Êzîdiyên deşta Sirûcê re peyva Rojavayî ango Dinayî tê bikaranîn.
Sedema duyemîn ya ku bandora mezin lê kiriye mijara parçebûna dînî ye û derketina mezhebên dêrê ye. Ji ber ku Suryanî li aliyên Dêra Ortodoks bûn û Asûrî li aliyê Dêra Katolîk bûn.
Her wiha piştî avakirina sîstema dewleta netewperest bandoreke mezin li zimanê Asûrî-Suryanî bû û ji ber ku zimanê Erebî wek zimanê fermî û tekane li Sûrî hat ferzkirin wekî zimanê Kurdî rastî Erebkirin û înkarkirinê hat.
Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê xwendina zimanê Asûrî-Suryanî êdî li dibistanan vegeriya ye û herkes xwe fêrî zimanê xwe û zimanê cîranê xwe dike û mamosteyên Suryanî jî dest bi xebatên perwerdeyê kirine.
Cejn û rêûresm
Civaka Asurî-Suryanî di warê rêûresmên civakî û olî de pirr dewlemend e. Her wiha nêzîkatiyeke mezin di navbera civaka Suryanî û Kurd de heye ji ber sedema jiyana hevbeş a hezarê salan. Lê berî ku em behsa nav û merasîmên cejnan bikin divê em hin sembolên ku pirrî caran di cejn û merasîman de tên bikaranîn û wateya wan bidin nasîn.
Weke nimûne, bikaranîna bixûrê wek sembola saxlemî û efûkirina kêmasiyan e. Bikaranîna mûman îfadeya dilpakiya mirovên Xiristiyan e û ronahiya canê pak e. Roja yekşemê roja ku Hz. Îsa ji nav miriyan rabûye û wisa pîroz tê dîtin û li ser vê bingehê hatiye hilbijartin ji bo Xirîstiyanan, çawa ku înê ji bo Misilmanan û şemî ji bo Cihûyan û çarşem ji bo Êzîdiyan rojên pîroz in. Qurbana pîroz ku ji nanê genim pêk tê sembola bedena Hz. Îsa ye û meya tirî (şerab) sembola xwîna wî ye, ev jî daxwaza Hz. Îsa ji şagirtên wî re bû dema nan qet kir û li wan belav kir, di piyalê de mey vexwar, belav kir û got, “Her kes bila bixwe û vexwe”. Maneya vê wisa tê şîrovekirin ku Hz. Îsa xwe feda kir. Û ev fedakariya pîroz ji dêvla qurbaniya lawiran ve tê bikaranîn.
Cejna qiyametê: Weke cejna mezin û pîroz tê naskirin û wekî ku ew îfade dikin (cejna cejnan, serdema serdeman cejna qiyametê ye). Wateya vê cejnê jî rabûna Hz. Îsa ji nav miriya ye, piştî sê rojên ji mirina wî bi xaç kirinê û dema wê jî dikeve navbera 4 Nîsanê û 8 Gulanê. Û ji bo vê cejnê jî nimêjên taybet berî wê bi sê rojan dest pê dikin.
Piştî hemû rêûresmên olî di hundirê dêrê de malbat dest bi serdana hev dikin û şîranî li zarokan tên belav kirin, her wiha rengkirina hêkan û çêkirina kulîçeyan jî dîmenekî ber bi çav e li mal û dikanan.
Hefteya Êşan: Hefteya berî cejna Qiyametê ye û roja yekem jê re tê gotin Yekşema Şeanîn ku di vê rojê de Hz. Îsa derbasî Orşelîmê (Quds) bûye û gel bi çiqilên darên zeytûn û xurma pêşwaziya wî kiriye. Ji ber vê bîranînê her kes zarokên xwe bi cil û bergên nû dixemilîne û di destên wan de gurzên gulan û darên zeytûnan ber bi dêrê ve diçin û dest bi sirûdên taybet yên vê rojê dikin.
Lê roja herî pîroz roja înê ye (Îna Êşan) roja ku Hz. Îsa hatiye çarmixkirin.
Cejna Akîto: Cejneke netewî û civakî ye ji bo pîrozkirina xwezayê, bingeha wê vedigere çanda Mezopotamyaya kevin. Û li gorî nêrîna civaka Asûrî-Suryanî, ev cejn ji serdema xwedayên Babiliyan û Asûriyan ve maye û weke sersala nû ya Babilî-Asûrî tê naskirin ku jiyan xwe nû dike bi rengê biharê di riya zayîna xwezayê de. Destpêka wê jî weke sersala Êzîdiyan serê Nîsanê ye.
Di vê cejnê de her kes derdikeve seyranê bi cil û bergên gelêrî, cil û bergên dîrokî yên serdema imparatoriya Asûriyan jî ciwan li xwe dikin û dîlan û şahî li gorî çanda civakê tên gerandin.
Cejna Barbara: Cejneke civakî, olî ya kevin e. Xwe ji mitolojiya Xirîstiyanan dide der û efsaneyeke ji dîrokê li pişt vê cejinê heye bi navê “Şehîda Barbara Xas”. Li gorî çîroka hevpar, Barbara keçeke nazdar û bî ye ku baweriya xwe bi ola Xirîstiyantiyê aniye û li hemberî bavê xwe û qralê welatê xwe yê pûtperest disekine û ji rastiya baweriya xwe nayê xwar tevî êşkenceya giran heya ku jiyana xwe ji dest dide.
Di Cejna Barbara de her kes ruyên xwe û zarokên xwe rengorengo dike û cil û bergên komîk li xwe dikin û derdikevin kolanan û kêf û seyranê dikin. Wekî din zarok li malan digerin ji bo şêraniya Barbara bixwin. Ew jî ji qelandina genim û garis bi tevlîkirina hinar û şekir û hin tiştên din e. Ev cejn rastî 3-4’ê Kanûnê tê.
Sersal: Rojbûna Hz. Îsa li cem Xirîstiyanan weke 25’ê Kanûnê tê qebûlkirin û weke cejna sereke tê pîrozkirin. Di rojên mitaaqib de sersal jî tê pîrozkirin ku li gorî teqwîma reformenekirî rastî şeva 13’ê Çile diqulibe 14’ê Çile tê, çawa ku rojbûna Hz. Îsa teqabulî 6’ê Çile dike.
Tevî ku ev cejn bûye cejnek ji bo hemû netewên cîhanê û herkes li gorî xwe pîroz dike, lê xweşiya vê cejnê pir taybete li Kantona Cizîrê.
Merasîmên cejna civakî şeva 31’ê Kanûnê (berê 13’ê Çile) li her malê û taxê û gundî dest pê dike, kombûnên ciwanan li bajar û gundan ava dibin, serdana malbatan ji hev re tê kirin û dengê muzîkên Kurdî, Erebî û Suryanî ji her malê tê.
Lê ya herî balkêş ew e ku her komek ji zarok û ciwanan kom dibe û rûyên xwe tenî dikin yan bi rengên cuda rengîn dikin bi şêwazekî ken bi xwe bînin û li pêşiya mala radiwestin û bi hev re dibêjin “Serê salê , binê salê, xwedê kurekî/keçekê bide kebaniya malê”. Êdî şekir û fêkî li wan belav dikin û peşkên avê tavêjin ser serê wan. Çi Kurd û çi Suryanî, ev cejn bi vî rengî di nava hemû pêkhateyan de belav e.
Bîranîna Şehîdan: Cejneke neteweyî ye ji bo bîranîna komkujiya Sêmêlê. Ev komkujî bi destê leşker û êşîretên dewleta Iraqê sala 1933’yan de hatibû kirin. Bi vê boneyê kombûnên mezin li navendên partiyan de tên lidarxistin û veguheriye bîranîneke gelêrî. Wekî din gelek cejnên olî di civaka Suryan-Asûr de peyda dibin li herêma Cizîra Rojava li gorî mezhebên her kilîseyekê, lê ev cejnên ku me bi bîr anîne civaka Asûr-Suryan bi hemû beşên xwe bi hev re pîroz dikin.
*Rojnamevan