Hunermenda kurd Çopî Fetah bi albûmeke nû hunera xwe gihand hezkiriyên xwe. Albûm ji 13 stranan pêk tê. Hat gotin ku dê di 19’ê nîsanê de albûma Çopî ya bi navê Binar li ser înternetê bê weşandin. Her wiha albûma Binar dê bi şêweya CD li hemû bazarên Kurdistanê jî bê belavkirin. Di albûma nû de, stranên Çopî yên ciyawaz (cuda) cih digirin û bi awayekî modern hatine tomarkirin.

Çopî Fetah di sala 1983’yan de li bajarê Kerkûkê yê başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re ji başûrê Kurdistanê koçî Ewropayê kiriye û niha jî li welatê Hollandayê dijî.


HEWLÊR