
Albuma “Dîwana Dubeytî” ya ku ji aliyê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve ji rubaiyên Baba Tahirê Ûrayan ên ku hatin bestekirin hat amadekirin derket.
Rubaiyên Baba Tahirê Uryan bi besteyên hunermendên NÇM´ê ve hatin çêkirin bi navê albûma “Dîwana Dubeytî” li refên albumfiroşan cihê xwe girt. Dîwana Dubeytî ku berhema hunermendên NÇM’ê ya 6 salan e, di serî de bi navê performansa dans û muzîkê di serî de li Kurdistanê li gelek cihan hat pêşandan. Di albûma ku ji Rubaiyên hunermendê Kurd Baba Tahirê Uryan ên hatin bestekirin pêk tê, Zelal Gokçe, Nurcan Deyîrmencî, Meral Tekçî û Serhat Kural distirên.
STENBOL