Meseleya wan alfabeyan ku Kurd ji bo xweîfadekirina nivîskî a bi Kurdî bi kar tînin, meseleyeke têra xwe serêşker e. Ji ber ku li aliyekî mirov divê li rêûresmên alfabeyên heyî ne weke “eşyayekê” binihêre: ango mirov nikare rahêje yekê ji wan û bavêje. Ew bir ruh in, xwediyê dîrokekê ne û hestên şexsî, komî û civakî hene yên ku bi wan reh û rîşên xwe berdane. Ji ber wê yekê jî ev mesele ne ji wan meseleya ne ku bi hêsankeriyeke modernîst, reduksiyonîzmeke besît mirov rahêjiyê. Tişta divê biqewime pêvajoyeke minaqeşeyê ye ku çiqas pêwîst bike, ewqasî dewam bike. Ha, helbet aliyên wê yên siyasî, faktên dîrokî, statîstîk, meyil û tercîhan jî nabe ku mirov nebîne.      

Ha bila ev fikrên sereke yên li jor weke çarçoveyeke giştî ya minaqeşeyê hebin, ez jî çend nihêrînên xwe yên şexsî li ser mijarê bibêjim. Bi ya min divê mirov pencereyekê hilbijêre û piştî vê hîna nû berê xwe bide meseleyê û di vê pencereyê re vê bike. Ez ê fikra xwe bi tayê gotareke Zerdeşt Haco a li ser yekbûna alfabeyê ve girêdim. Zerdeşt Haco yekbûna alfabeyê ji bo tevahiya şêwezarên Kurdî pêşniyaz dikir. Li gorî wî, vê yekê wê bikira ku Kurdên bi şêwezarên cihê dipeyivin, karibin hêsanîtir nivîsên bi şêwezarên din bixwînin û ev ê bike ku bi demê re Kurdên bi şêwezarên cihê dipeyivin wê hêsanîtir di hev bigihişta. Ango pencere bi du qulikan e: ya pêşî ji bo jihev- fêmkirina wan Kurdan e ku bi şêwezarên cihê dipeyivin; ya din jî bêhtir di çarçoveya avakirina netewe de ye ango gavên pêşî ji bo avakirina zimanekî neteweyî, bi wê rêyê ku şêwezar nêzî hev bibin. 

Şexsê min, ez şaş nabînim ku ji bo pêvajoyeke bi vî rengî mirov bêhtir bi sedema yekê rabe. Hingê jî biya min wê demeke dirêj a du alfabeyîbûnê bibe alîkar. Jixwe qismî li Başûrê Kurdistanê ji ber zimanên biyanî yên weke Ingilîzî û ji ber ku kanalên televizyonan tîpên latînî jî bi kar tînin, ev yek heta radeyekê pêk tê. Li Rojavayê Kurdistanê bi xwe, ev yek dikare bi hêsanî pêk were ji ber ku jixwe bi alfabeya Erebî ya ji bo zimanê Erebî tê bikaranîn mirov aşînayê vê alfabeyê ne û divê çend tîpên din ên ji Kurdî re pêwist nas bikin û çend qaîdeyên xwendin û nivîsîna bi tîpên Erebî ya Kurdiyê jî fêr bibin. Ango li van herdu parçeyên Kurdistanê şert û mercên ji bo du alfabeyîtiyê hene.

Du alfabeyîtî wê li Bakurê Kurdistanê, ji ber ji mêj ve marjînalkirina medreseyên Kurdî zehmet be. Lê ne mumkin nîne. Bi her halî ev pêvajo ji bo ku bigihêje armanca xwe divê rojekê bi tercîha alfabeyekê re rûbirû bibe, ku mirovên bi şêwezarên cihê dipeyivin bi heman alfabeyê binivîsin û bixwînin. Ev biryar hem girêdayî hin komplîkayonên siyasî û çandî ye û hem jî pêdiviya wê bi sazî û dezgehên karibin vê biryarê pêk bînin heye. Ew çarçoveya bingehîn a min li destpêkê îşaret pê kir jî nabe mirov ji bîr bike. Alfabe û çanda wê, rêûresma wê eşya nînin, kiras nînin; mirov nikare yekî ji xwe bike û yekî din li xwe bike. Bi pêvajoyeke dirêj a minaqeşeyê, bi hewldan jihevfêmkirinê û bîhnfirehî, helbet mirov wê bigihe encamekê. Encam dikare alfabeyek be, dikare pirralfabeyîtî be, yan jî parastina xisletên herêmî be; ya muhim ew e ku di encama pêvajoyeke guncaw û maqûl de ev biryar were dayîn.