Ji bo zarokên 7-8 salî hatiye amadekirin. Mirovên salmezinên ku bixwazin fêrî zimanê Kurdî, zaraveya kurmancî bibin dikarin ev berhemê bi kar bînin. Bi xebatek dûr û dirêj, bi kedek bêhempa hatiye afirandin.
Li gelek dibistanan mamosteyên Kurd ev alavê berya ku bibe pirtûk ceribandine. Mamoste A. Tîgrîs, Celal Sönmez, Dersim Tekeş û Yusef Erdem bi rexne û pêşneyarên xwe berhemê têkûz kirine.
Di pirtûkê de 810 wêneyên rengîn hatine bikaranîn. Pirtûk ne li goreyê rêza alfabeyên klasîk hatîye amadekirin. Bi tîpa Û dest pê dike, bi tîpa Q xebata tîpan teva dibe. Ji bo bi pêşvebirina xwendinê gelek babetên temayan bi nivîsên kurt tê de hatine amade kirin. Bi pirs û riyên cûrbecûr metoda hînbûnê hatiye dewlemendkirin. Xwendevan nivîsîna tîpan fêr dibin, bi xêzkirina tîp û xêzan motorîka wan pêş ve diçe. Dengan bi tîpan hîn dibin. Tîpan dinivîse, di navbera bêjeya (wêneya) ku dengê tîpa ku fêr dibe ku dibihîse de xêz dikşîne. Bêjeyan temam dike. Di xaçepirsê de bêjeya ku dengê tîpa ku fêr dibe dinivîse. Bi bêjeyên ku ji tîpên ku hîn bûye hevokan dixwîne, temam dike.
Di şûna tîpên ku hîn nebûye de, di dewsa tîpan de wêneyên rengîn hatine bi kar anîn, ew wan dixwînin.
Di hevokan de cîhên tîpên ku vala ne dadigirin. Di dawîya xebata her tîpek de ji ew tîpê û ji tîpên ku fêr bûye, bêje, hevok û nivîs hatiye amadekirin. Ew wan nivîsan dixwînin. Di şûna bêjeyên nenas de wêne hatine bi kar anîn. Xwendevan wêneyan dixwînin. Xwendevan tîpan direngînin, dinivîsin, lê digerin, bin wan xêz dikşînin. Bêje bi tîpên biçûk û bi tîpên mezin hatine sazkirin. Di navbera bêjeya ku bi tîpên biçûk û bi tîpên mezin de xêz dikşîne. Bi tîpan kite,bi kiteyan bêje, bi bêjeyan hevok û nivîs hatine avakirin.
Pirtûk 130 pel e. Navnîşana Xwestinê ev e: Kurdiska Pedagogiska Centrum, Vårbergsvägen 179, 6tr, 127 41 Skärholmen/ Sweden. E-post: Kurdped@hotmail.se


 ANF/STOCKHOLM