Larîcanî di Belefirxaneya Esenboga ya Enqereyê de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku wê bi Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê re hevdîtin bike û wiha domand: “Hêvîdar im ku hatina min bo pêşketina pêwendiyên her du welatan baş be.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî di taştêyê de bi Serokê Parlamentoya Îranê re hate ba hev. Hevdîtin li Hotêla Hiltonê pêk hat û derbarê hevdîtinê de ti agahî nehate dayîn.
Larîcanî ku di nava Îranê de di nava kesên herî bihêz di tê binavkirin demeke dirêj bi navê welatê xwe serokatiya şandên bernameya nukleerî kiribû. Tê payîn Larîcanî di roja 13ê çileyê de vegere Îranê.
Hatina Larîcanî di demeke wiha hesas de pêk tê ku gef û fortên di navabera Amerîka û Îranê de germ bûne.  Ji aliyekî din ve herêm bi bûyerên di ên wekî  aloziya siyasî ya li Iraqê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê rû da û goftûgoyên derbarê destwerdana Sûriyeyê de dîsa germ bûye.
Lewre jî tê texmînkirin ku mijarên sereke ên hevdîtinên bi Îranê re li ser rewşa aloz a Iraq û pêşketinên li Sûriyeyê were rawestandin ku di van herdu dosyayan de Tirkiye û Îranê lihev nakin û di parvekirina Rojhilata Navîn a nû de li ser para xwe lihev nakin.

  ENQERE