Alice Walker berhevoka ceribandinên xwe bi navê “Di nava lêgerîna baxçeyên diyên me de: Pexşana womanîst” sala 1983’yan weşand. Peyva womanîst a ku herî zêde wê bi dirûv kir ji bo terîfkirina tevgera jinên Efro-Emerîkî hat bikaranîn.
Alice Walker yek ji nivîskar û çalakgerên diyarker ên jin ên Emerîkî ye. Romana wê ya bi navê Rengê Xemrî ya 1983’yan Xelata Kitêban a Emerîkayê û Xelata Pulitzer wergirt, nexasim ew navdar kir. Jixwe du salan paşê Steven Spielberg wê ji ber romana wê film çêkira. Axir ew tevî Toni Morrison, Alex Haley, Maya Angelou û August Wilson yek ji nûnerên herî xurt ên wêjeya Efro-Emerîkî ye.
Gotinên wê yên weke “Rêya herî zêde hiştî ku mirov hêza xwe ji destê xwe berdidin ew e ku ew difikirin ti hêza wan nîne” hem di nava Efro-Emerîkiyan de û hem jî di nava tevgera azadiya jinan de wê gelekî deng vedana û nîşana angajmana wê ya siyasî ne ku nexasim jî ji bo tevgera jinên Efro-Emerîkî xwedî cihekî gelekî girîng e.
Alice Walker 9’ê Sibata 1944’an li Eatontonê li nava malbateke rêncber hatiye dinê. Di heşt saliya wê de gava ku dilîzin, bi tivingeke zexta hewayî, birayê wê wê ji çavê wê yê rastê birîndar kir û ew çav paşê nabîn bû, yanî Alice Walker ji çavekî kor bû. Ew dibêje, vê yekê kir ku ew bitirse û wê berê xwe da xwendin û nivîsandinê.
Guh da xeyaleke min heye
Di 17 saliya xwe de wê dest bi xwendina zanîngehê kir li Atlantayê û heman salê tevlî çalakiyên li dijî cudakeriya li dijî Efro-Emerîkiyan bû. Wê di meşa ber bi Washigtonê ve cihê xwe girt û axaftina Martin Luther Kings a bi “Xeyaleke min heye...” hisand.
Piştî zanîngehê çalakgeriya wê ya ji bo mafên Efro-Emerîkiyan dewam kir. Wê di dawiya salên 60’î de berhemên nivîskar û antropolog Zora Neale Hurston nas kirin. Wê di kitêbên xwe de berevajî stereotîpên di romanên Emerîkiyên spî de weke mirovên bi rastî terîf dikirin.
Wê sala 1972’yan dest bi mamostetiyê kir li Zanîngehê.
Piştî sala 1974’an ew ji Ms. Magazine re êdî xebitî û bêhtir wexta wê ji bo nîvîsê çêbû. Sala 1976’an romana wê Meridian derket. Vê romanê behsa jiyana jinên Efro-Emerîkî di nava tevgera mafên medenî de dikir. Heman salê ew çû San Franciscoyê û dest bi nivîsandina romana xwe ya heta niha herî navdar kir. Di nava salekê de ev roman bi navê The Color Purple (Rengê Xemrî) hat weşandin.
Xwe di wêjeyê de da qebûlkirin
Vê romanê sala 1983’yan kir ku nivîskara wê bibe jina yekem a Efro-Emerîkî ya ku Xelata Pulitzer û Xelata Kitêbê ya Emerîkî wergire. Wê salê wê berhevoka ceribandinên xwe bi navê “In Search of Our Mothers’ Gardens: Womanist Prose” (Di nava lêgerîna baxçeyên diyên me de: Pexşana womanîst). Peyva womanîst a ku herî zêde wê bi dirûv kir ji bo terîfkirina tevgera jinên Efro-Emerîkî hat bikaranîn.
Sala 1984’an wê weşanxaneya xwe bi xwe damezrand. Romana wê ya paşê sala 1989’an bi navê “The Temple of My Familiar (Perestgeha dilê min) hat weşandin, lê ev berhema wê ne weke yên beriya xwe serketî bû. Paşê kitêbên wê yên helbestan û berhevokên wê derçûn. Sala 1992’yê romana wê Possessing the Secret of Joy (xwedîbûna sira kêfê) behsa sinetkirina jinan dikir. Sala 1996’an wê The Same River Twice: Honoring the Difficult & The Making of the Film, The Color Purple, Ten Years Later tevî nivîseke gelekî şexsî ya li ser nexweşiya xwe, romana Rengê Xemrî, filmkirina wê weşandin.
Anything We Love Can Be Saved (Her tişta em hez jê dikin dikare bê xilaskirin) jî berhevokeke wê ya ceribandinên wê yên angajmana siyasî bû ku wê sala 1997’an da çapkirin. Romana wê ya herî dawî “Now is the Time to Open Your Heart (Êdî wext e tu dilê xwe vekî)” sala 2004’an derçû.
Di angajmana xwe ya siyasî de wê hem ji bo mafên jinan, hem yên Efro-Emerîkiyan û nexasim jî jinên Efro-Emerîkî xwe da nav kar. Lê hawîrdorparêzî, tevgera li dijî ambargoiya li dijî Kubayê û heta aktîvîzma li dijî şer jî ji angajmana wê bûn.
FRANKFURT