Li gorî daxuyaniyekî raya giştî a ku di meha Adarê de ji aliyê Enstitûya ICM’ê hate kirin wê gelê Skoçya ji sedî 39 dengê xwe ji bo xweseriyê bi karbînin. Rêjeya yên ku xwesriyê dixwazin li gorî anketa heman enstituyê a meha Sibatê ji sedî 37 bû.
Rêjeya yên ku xweseriyê dixwazin ku ji sedî 2 zêde dibe, rêjeya yên ku li hemberî cudabûna ji Brîtanya Mezin ji sedî 49 dakete sedî 46’an.
Xalekî din a ku di anketê de bal dikişîne jî rêja yên bê biryare. Ji sedî 15 beşekî hîna biryara xwe a girêdayî xweseriyê diyar ne kirine.
Ferqa dinavbera endamên anketên cuda yên ku girêdayî referandumê de hatine kirin bal dikişîne. Di anketa ku ji aliyê şîrketa Ipsos-Morî vehate kirin de jî rêjaya Skoçyayên ku dixwazin bin desthilatdariya Brîtanyaya Mezin de bimînin derdora 55-60’an dene. Di anketa dawî a şîrketê de beşekî ji sedî 57 wê dengê nexêr bidin referanduma xweseriyê diyar kirin, beşekî ji sedî 32 jî alîgiriya xwe a xweseriyê diyar kirin. Lê gelek çavnêr jî antektên Ipsos-Morî weke alî girî û zêde mezinkirinê dibînin.
Di sala 2012’an de di encama hewildana Partiya Giştî (SNP) a Skoçya û Serokwezîr Alex Salmond de di mijara referanduma li gel Brîtanya Mezin çêkirin de li hevhatibûn. Biryara referandumê sala derbazbûyî ji aliyê Parlementuya Îskoçya ve piştî ku hate pejirandin şûnde ji aliyê Qiralê Brîtanya Mezin jî ve hate erê kirin.
Di referanduma ku wê pirsa ‘ma pêwiste Skoçya welatekî serbixwe be?’ Îngîltereya ku hewildide derketina biryara xweseriyê asteng bike, li ser gelê Îskoç şantajên aborî zêde dike. Îngilîstan îdia kir ku Skoçya wê nekare bîrîma parê paundu bi carbine.
Skoçyaya ku petrol û sotemeniyên gazê lêne di aliyê aborî de li gorî rêjeya Brîtanya Mezin hinekî xwedî dahatûyekî bilindtire.
EDÎNBURGH