Rêxistina Rojava ya Alîkariyê 40 ton ard li şêniyên gundewarên Reqqayê û Dêrezorê ku di pêngava sêyem a Hemleya Xezeba de rizgar bibûn, belav kirin. Endamê Rêveberiya Rêxistinê Mehmûd Ehmed da zanîn ku ew pêdiviyên şêniyên gundên rizgarkirî peyda dikin û bang li tevahî rêxistinên mirovî kir ku destek bidin şêniyên gundên rizgarkirî. Welatiyê bi navê Xidir Hemîd ê Qewî Têr spasiya rêxistina Rojava kir ku, alîkarî li wan belav kir û anî ziman ku heta niha ew tekane rêxistina ku destek daye wane. 


 HESEKÊ