Gav bi gav avakirina Xweseriya Demokratî ya li rojayê Kurdistanê hestên hemû Kurdan gihandin hev. Heyva Sor a Kurdistanê ku bi salan e xabatên alîkariya mirovahî dimeşîne ji bo pêşwazîkirina pêwistiyên bingehîn ê rojavayê Kurdistanê kete nava hewldanan. Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku fitre, zekan û alîkariyên vê demê werin behev kirin wê ji bo gelê rojava were şandin.
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku fitre û zekata ku her sal di meha Remezanê de berhev dikin îsal dê ji bo Kurdên Rojava bê şandin.
Gulşen diyar kir ku sala borî hemû alîkarî ji bo gelê Wanê şandine û wiha got: “Îsal di serê meha Remezanê de me 50 ton qûd û xurek li gelê Wanê belav kir. Bi wesîleya meha Remezanê re projeya alîkariya me didome. wekê tê zanîn li Rojava geşedanên nû çêbû. Wekê tê zanîn gelê Kurd dest danî ser cihên ku rejîma Baas jê vekişiyaye. Lê gelê me yê wir xizan û mexdur e.”

'Ji me alîkarî xwestin'

Gulşen di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Mîlyonek Kurd di dema rejîma Baas de surgunê Halep û Şamê hatin kirin li dijî van geşedanan ewlehiya canê wan nema û rastî êrîşan hatin. Ji ber vê xwestin dîsa vegerin Rojava. Rewşa gelê me yên Rojava perîşan e. Xizaniyek mezin li wir dijîn. Yên koçber dibin tenê canê xwe rizgar dikin û hemû malê xwe bi cih dihêlin. Ji ber vê jî ji me alîkarî xwestin. Em jî wekî rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ketin nava tevgerê û em îsal dê zekat û fitre berhev bikin û ji Rojava re bişînin. Me di televizyon û rojnameyan de ev guherîn bi gelê Kurd re parve kir. Hewldanên me dê hemû ji bo gelê Rojava be. Divê gelê me yê Suriyeyê tenê neyê hiştin û hestiyariyê nîşanî wan bidin.

Sedema kêfxweşiyê
Gulşen da zanîn ku ev kampanyaya alikariyê bi Heyva sor Almanyayê û hemû saziyên alîkariyên Kurdîstaniyên Ewropayê pêk tê û wiha got: “Hemû Kurdên Almanyayê ji ser hesabên li ser televizyon û rojnameyan tên dayîn dikarin alîkariya xwe bişînin. Welatên din jî dikarin bidin Heyva Sor ya wî welatî. Her wiha gelê Kurd yên alîkariyê dikin an bi zerfê an jî bi destan dê bidin û her wiha dê meqbuza xwe jî digirin. Ev alîkariya ku em dikin, dê bibe sedema kêfxweşiyê. Kêfxweşiya ruyê wan jî ji bo me kefxweşiya herî mezin e.” 

ANF/KÖLN