Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê, Komîteya Alîkariyê ya DBK'ê alîkariyên ji gelê Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatibû şandin, li gel belav kir. Komîteya Alîkariyê ya DBK'ê alîkarî li 14 navendên bajêr belav kirin, ji wan navendan li hemû şêniyên bajêr hat belav kirin. Belav kirin li gorî nasnameya malbatan pêk hat.
Ji bo gundên Qamişlo alîkarî
Saziya Heyva Sor a Kurdistanê jî, alîkariyên ji bakurê Kurdistanê hatin li gundê girêdayî bajarê Qamişlo belav kirin. Alîkariyên demên dawî ji bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibin, bi awayekî adilane li welatiyên muhtac tên belav kirin.
Piştî temamkirina belavkirina alîkariyê li navenda Qamişlo, Saziya Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî li gundên derdorê belav kirin.
Piştî alîkarî ji Nisêbînê gihiştin, endamên saziya Heyva Sor a Kurdistanê li gundên Hîmo, Navkir, Embarê, Xerab Kort, Tilşeîr, Kodo, Neqarê, Xirbê Iniz, Herem Şêxo, Qîra, Girsor û Girbawî, ard belav kirin..
Serokê Meclîsa gundê Hîmo Hesen Mihemed anî ziman ku ew tevî saziya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyan li gorî pêdiviyan li malbatan belav dikin.
SERÊKANIYÊ/QAMIŞLO