Rêxistina Alîkariyê ya Minbicê madeyên alîkariyê li koçberên li herêmê bi cih bûyî, belav kir. Rêxistina Alîkariyê ya Minbicê madeyên alîkariyê yên ku ji aliyê Rêxistina Neteweyîn Yekbûyî (NY) ya Kar û Barên Koçberan hatiye pêşkêşkirin, li koçberên ku li gundên Meqte Hecer Kebîr û Cebalî yên 17 km li başûrê  bajarê Minbicê, belav kirin. Her wiha Rêxistinê, pêdiviyên zarokan ku ji aliyê Rêxistina UNICEF´ê ve hatine pêşkêşkirin, li zarokên koçber belav kirin. Endamê Rêxistina Alîkariyê ya Minbicê Mihemed Henzel bang li hemû rêxistinên cîhanê kir ku destekê bidin koçberên li Minbicê bi cih bûyî. 


MINBIC