Ji govenda bi hirçan re hişyarî divê
Li paytexta Elmanya Berlînê li ser qewimîn û bûyerên dawî yên li Rojava û bi giştî yên li Rojhilata Navîn civîneke girseyî hate lidarxistin. Civînê pêr saet 16.00´an li navenda nûnertiya rojava ya li Resîdanz Str. yê dest pê kir.
Di civînê de li gel Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD Zûhat Kobanê kesayetên wek, nûnerê Rojava yê Elmanya Xelîl Dêrik, ji rêveberiya jinên PYD´ê Leyla Ehmed, endamê Ciwanên Rojava yên Berlînê Mehmûd Sebrî, endamên KNK´ê Dr. Gundî Dilberz, Mihemmed Silêman Reşîd, mamoste û rêveberê PYD´ê li Berlînê, Adnan Osê beşdar bûn.
Di civînê de Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD Zûhat Kobanê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, Rojhelata Navîn û têkiliyên Kurdan yên di qada navneteweyî de peyivî, siyaset, şer û têkiliyên li Rojhelata Navîn bi taybetî jî yên li gel dewletên serdest ên cîhanê şibandin reqs an jî govenda bi hirçan re û da zanîn ku ev reqs timûtim hişyarbûyînê ferz dike, tenê kêlîkek jî dev ji xwe berdan ango raketin tê maneya îmhabûnê.

Lîstikên dijminan û tedbîrên me

Kobanê da zanîn ku li Rojhelata Navîn Kurdan û pêkhateyên li gel wan pêvajoyeke qederê, ya manûnemanê daye destpêkirin lê li aliyê din jî sekin û helwêst ne li gorî wê girîngiyê ye. Kobanê wiha axivî: “Ji bo guherandina vê rewşê dive her kes di vê pêvajoyê de bi rola xwe ya dîrokî rabe. Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîna me dijmin daxist asta ku bi xwe dibêjin; ´Em di mercên man û nemanê de ne!´ Rast e, me gelek derfet bi dest xistine. Lê hîna misogeriyeke zelal derneketiye holê. Bi tenê, bi gotin û nêtan nameşe. Hostetiyeke mezin a vê demê pêwîst dike.”

Niha şer li ser Mûsilê ye
Li gorî Kobanê, şer niha li ser Mûsilê ye, ku weke şerekî mezin ê dîplomatîk siyasî bi rê ve diçe. Kobanê ll ser mijarê wiha peyivî: “Tirkiye zextê dike, Kurdan jî dide xebitandin. Ji Fransa re jî gotibûn û xwestibûn ku Tirkiye jî tevli şer bibe. Her kes îhtiyada xwe distîne. Bi tenê hêza eskerî têrî nake. Xebat û lobiyeke mezin a navneteweyî pêwîst dike. Wek mînak; Berlîn ji bo me qadeke girîng e. Divê em derdora xwe fireh bikin, peywendiyên xwe zêde bikin. Dîyalektîka me Kurdan wiha ye, gava em tiştekç piçûk bi ser dixin, em dibêjin êdî hewcedariya me bi kesî nema. Lê ji zarokekî heta kal û pîrên not salî, em hewcedarê her kesî ne. Ji kesê bi qurişek alîkarî bike heta karsazan cihê her kesî tê de heye. Endezyar, zanist, bijîşk her wisa saziyên sivîl û siyasî her kes û dezgeh ji me re pir hewce ne.”

Hêzeke eskerî ya diduyan nabe

Her wiha Kobanê tekane xeta sor a siyaseta Rojava jî wiha vegot: “Em ti carî destûra hêzeke eskerî ya diduyan li Rojava nadin. Ev tiştekî nade gelan. Başûr li holê ye, ji ber duhêzî û pirhêziyê heta niha jî yekîtiyeke divêtî pêknehatiye. Ew rê li ber şerê hundirîn vedike. Wekî din babetên neyên nîqaşkirin, li cem me nînin.” 

Civîna nirxandinê ya PYD´ê bi beşa pirsên beşdaran û bersivdayînê bi dawî bû.”

YEKO ARDIL
BERLÎN