Li Colemêrgê alîkariyên ji aliyê şaredariyê, BDP û Platforma Hêzên Demokrasiyê ve di çarçoveya kampanya ji bo Rojava de hatin komkirin îro ji Rojava re bên şandin. Li Kop, Sêrt û Nisêbînê jî komkirina alîkariyan berdewam kir.

Li navenda Colemêrgê di 1'ê Adarê de Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê, delegeyên bajar ên KCD'ê, şaredarî û Platforma Hêzên Demokrasiyê ya Colemêrgê bi hev re ji bo Rojava Kampanya hate destpêkirin û kampanya berdewam dike. Alîkariyên li şaredariyê hatin komkirin dê çarşemê ji Nisêbînê re bên şandin û bibin Rojava. Endamê komîsyonê Cemal Sezgîn diyar kir ku gel bi hestiyar nêzîk bû wiha got: “Ji bo alîkariyan gelê me gelek bi hestiyar bû. Alîkariyên hatin komkirin dê bi alîkariyên li navçeyan hatin komkirin çarşemê bişînin Rojava."
Sêrt: Kampanyaya li Sêrtê ya di nav de part, rêxistinên sivîl ên civakî, sendîka, odeyên pîşeyî û gelek komel jî di nav de heyî hatî destpêkirin berdewam dike û têkildarî kampanyayê de li gelek cihan pankart hatin daliqandin. Alîkariyên tên komkirin jî li Hala Sebez û Fêqî tê komkirin. Ji aliyê karsazekî ve ji Stenbolê ar, şekir, meqerne, savar û gelek alavên din bi kamyonekê teslîmî komîsyona Şaredariya Sêrtê hate kirin.
Nisêbîn: Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku alîkariyên ji bo Rojava dişînin di hefteya 6'emîn de ye û Qamîşlo jî vegeriyaya kampa penaberan û wiha got: "Ji ber vê yekê hewcehiyên Rojava her diçe zêde dibin û lezgîn dibin. Em dixwazin careke din ji hemû kesî re bidin bîrxistin hewcehiyên Rojava zexîre, amûrên tibî, mamaya zarokan, potên zarokan, şîr û dermanên çopan û klorkirina avê heye. Dîsa dermanên tansiyonê, şekir, dil û astimê lazim in. Divê alîkarî sibê seat di 07.00'an de bên Navenda Çandê ya Mîtanniyê ya Şaredariya Nisêbînê."
Mûş: Li bajaroka Lîzê ya navçeya Kopê ya Mûşê ji di bin pêşengiya Şaredariya Lîzê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin û kampanya ji aliyê gelek ve rastî eleqeyekî gelek mezin tê. Alîkariyên hatin komkirin di depoya şaredariyê de hatin komkirin pişt re li kamyonekê hatin barkirin. Şaredarê Lîsê Mehmet Yaşik têkildarî kampanyayê de agahî dan û diyar kir ku di nava komîsyonên alîkariyan kom dikin de ew jî heye. Yaşik, anî ziman ku ligel derfetên gelek kêm gel piştgiriyê dide kampanyayê û wiha got: "Gelê Rojava li hemberî zilama Esed li Suriyeyê 'Xweseriya Demokratîk' îlan kirin. Hikûmeta AKP'ê hemû deriyên sînor girtin da ku yekîtiya Kurdan qut bike lê ev yek pêk nehat. Gelê Kurd tu caran li hemberî polîtîkayên qirêj teslîm nebû." Yaşik, anî ziman ku alîkariyên komkirin bi kamyonekê dê sibê bişînin navçeya Pirsusê ya Rihayê.
Alîkariyên li naveyên Kop û Milazgirê jî hatin komkirin wê bînin Lîzê û bi konvoyê bibin Pirsusê. 

NEVENDA NÛÇEYAN




Ji girtîgehên Elbîstan û Tokatê alîkarî

Ji girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê girtiyên ji doza PKK’ê girtî ji bo gelê Rojava piştgiriyek din a alîkariyê şand. Girtiyan di dema borî de jî 500 TL alîkarî ji bo Rojava şandibûn û niha jî bi riya malbatên xwe 600 TL û 10 telîsên mezin cil şandin.
Li ser navê girtiyan, girtiyê bi navê Erdal Laçîn, di derbarê alîkariyê de nameyek şand. Laçîn di nameya xwe de diyar kir ku, di destpêkê de ew cejna Newroza 2013’an li hemû gelê Kurd pîroz dikin û wiha got: “ Hêvîdarim ku Newroza îsal bibe azadiya gelê Kurd. Ji bo Rojava bidome pêwîste gelê me bi awayekî hîstiyar nêzî alîkariya bibe û ji Rojava re alîkariyan bişîne. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi gelek zor û zehmetiyan destketiyên girîng û watedar bi dest xistin. Gelê Rojava di nava şertên giran de bi berxwedanek mezin şoreş pêk anîn. Em wekî girtiyên ji doza PKK’ê vê berxwedanê û şoreşa Rojava bi dil û can silav dikin. Her wiha daxwaza me ji hemû gelê me heye ku bi dil û can li vê şoreşa Rojava xwedî derbikevin û bi awayekî mezin piştigiriyê bidin gelê me yê rojavayê Kurdistanê.”
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa E ya Tokatê de jî tevlî kampayaya alîkariyê ya ji bo Rojava hatî destpêkirin bûn. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan 1000 TL. pere kom kir. Pereyê girtiyan bi riya malbatên xwe re şandin bi zexîre kirîn û ji Rojava re şandin.

TOKAT/ELBÎSTAN