Nûçe agahiyên xwe disipêre "çavkaniyên bawerî bi wan tê" û dibêje Mc Gurk li Hesekê û Kobanê bi rayedarên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Kantonan û xwerêveberiya demok- ratîk re rûniştiye. McGurk her wiha bi fermandarên YPG û QSD´ê re rûniştiye û ji wan re gotiye, alîkariya koalîsyonê ji bo QSD´ê wê dewam bike û gotegotên li ser rawestandina alîkariya koalîsyona bi pêşengiya DYE´yê ji bo QSD´ê piştî hevdîtinên bi Tirkiyeyê re jî derewandine. Li gorî nûçeyê McGurk ji rayedarên Rojava re gotiye "alîkarî wê niha jî û siberojê jî dewam bike".
NAVENDA NÛÇEYAN