Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon di rapora xwe de ku pêşkêşî Meclîsa Ewlekariyê ya Navnetewî kiriye, diyar kir ku tevlî lihevkirina ser mijara derbasbûna alîkariyan ji welatiyên Sûriyê yên ji ber şerê rêjîmê û opozisyonê asê mane lihev kirine, lê dîsa rêjîm û muxalefet gihandina alîkariyan ji welatiyên ku ev 3 sal in asê mane asteng dikin. Moon, di rapora xwe destnîşan kir ku tevî biryar ji hemû aliyan hat girtin ku alîkarî di sînoran re bighêje ji gelê Sûriyê ,lê rewşa gelê Sûriyê hê jî pir zehmet û asteng dibe. Di raporê de hate gotin ku heta niha 175 hezar kes ji aliyê rêjîmê ve hatine çemberkirin û 45 hezar kes li cihên cûda ji aliyê opozisyonê ve hatine çemberkirin.
Moon di rapra xwe de tekez kir ku tu nabênkariyeke nû ji rawestandina şerê li Sûriyê çêne bûye û got ku herdu alî biryara agirbestê ku hatibû îmzekirin binpêkirine. Di raporê de hate destnîşankirin ku niha pêdiviya derdora 9,3 milyon kes ên di hundirê Sûriyê bi alîkariyên mirovî hene, her wiha pêdiviya 2,6 milyon kesên ji ber şer reviyane derve jî bi alîkariyên mirovî hene.
Di rapora Moon, hate gotin ku rêxistinên mirovî nikarina alîkariyan derbasî Sûriyê bikin û wiha dom kir: “Heta niha derbasbûna alîkariyên ku dê jiyana mirovan rizgar bikin û dermanan zehmet e. Alîkariyên ku dighêjin Sûriyê pir kêm in û têra pêdiviya welatiyan nakin.”
Moon, ji Meclîsa Ewlekariyê re got ku ji bo giyandina alîkariyan pêdivî bi rêbazin din heye.
NEW YORK