Ji xebakarên komîsyona alîkariyan belav dike Orhan Aslan, diyar kir ku li ser hewcehiya şaredarên jin ên BDP'ê tesbît kirin re li navçeyê xebatên avakirina cilşokekê jî berdewam dikin û alîkariyên hatin jî li gorî hewcehiyan tên balavkirin. Aslan, anî ziman ku piraniya penaberan di şertên neguncav de dijîn û ji ber vê yekê li şuna ar bê belavkirin ji bo bi awayekî rêk û pêk bê belavkirin dan fabrîqeyekî nan û dê bikin nan û bê belavkirin. Belavkirina alîkariyan berdewam dikin û xebatkarên komîsyonê her şev ji hezar penaberan re xwarina gerim belav dikin.
RIHA