Parlamentera Partiya Çep a Demokrat a Alman Hamîde Akbayir di serdana xwe ya Dêrsimê de Xweseriya Demokratîk a ku ji aliyê KCD’ê ve hate îlankirin û nêzîkatiya Almanyayê ya ji bo pirsgirêka kurd nirxand. Akbayir got ku nêzîkatiya Almanyayê ya ji bo pirsgirêka kurd girêdayî penaberên tirk ên oldarên muhafazakar e û welatên derve jî bi awayeke samîmî nêzîkî pirsgirêkê nabin. Akbayir anî ziman ku operasyonên siyasî yên li Tirkiyeyê li Almanyayê jî tên kirin û wiha berdewam kir: „Em dixwazin nêzîkatiya Ewropayê ya ji bo Tirkiyeyê bê guhertin û ji ber vê yekê jî xebatên me hene. Ev yek bi berjewendiyên navneteweyî jî nayên çareserkirin. Em rûmetşikandina bi welateke re rû bi rû ne. Divê Almanya tirsên xwe derbas bike. Ji ber ku kurd li Almanyayê xwedî potansiyeleke xurt in û 7 parlamenterên wan hene.“ Akbayir bal kişand li ser doza KCK’ê jî û diyar kir ku ew vê doza siyasî bi baldarî dişopînin.


‘Xweserî modeleke maqul e’
Akbayir da zanîn ku Xweseriya Demokratîk ji bo Tirkiyeyê û kurdan modeleke çareseriyê yê maqûl e û wiha axivî: „Niha di rojava Partiya Çep a Almanya doza KCK’ê ya ku siyasetmedarên kurd rehîn in heye. Dozên wan dişopîne. Piştî hilbijartinê projeya Xweseriya Demokratîk bi baldarî tê şopandin. Ji ber ku em dibînin ev proje ne tenê ji bo kurdan ji bo Tirkiyeyê jî projeyeke jiyanê ye.“

Akbayir bilêv kir ku ew ê tiştên ku kurd dijîn dê bi riya Parlamentoya Almanyayê bînin rojeva Parlamentoya Ewropayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Xweseriya Demokratîk rêveberina xwe ye. Têkîliyên derve jî dê bi riya Tirkiyeyê bimeşînin. Li Almanyayê 16 eyalet hene. Almanya bi vî rengî pirsgirêkên xwe çareser dike û bûye welateke xweşik. Divê Tirkiye ji vê yekê netirse. Ev ji bo Tirkiyeyê jî baş e. Ji ber ku li wir dê mirov bêhtir hakimî pirsgirêkên xwe bibin. Çûyîna parlamenteran a li Meclîsa Tirkiyeyê dê dewlemendiyê bîne.“


‘Rewş mirov dixe fikaran’
Akbayir got ku Xweseriya Demokratîk dê ewil bi riya rêveberiyên herêmî pêk bê, lê Tirkiye ji ber ku bi awayeke baş li perwerdeya zimanê dayikê jî nanêre ji ber vê yekê jî pirsgirêk dixetime. Akbayir di berdeama axaftina xwe de wiha got: „Senteza tirk-îslam dê Tirkiyeyê 20 salan paşve bibe. Ev rewşa ku Tirkiye têde ye me dixe fikaran. Ji ber vê yekê jî divê Tirkiye pirgsirêkên xwe yên hundirîn bibîne û karên xwe bi cih bîne. Di nava van de ya herî girîng jî pirsgirêka kurd e. Lê piştî hilbijartinan Tirkiye li şûna ku gavan bavêje bi hêrs bi ser kurdan de diçe, em wetayê nadin vê.“

‘Kurd kengî dibêjin aştî şer tê gurkirin’
Akbayir diyar kir ku li Tirkiyeyê hezkirina welat a siyasetmedaran derew e û wiha got: „Siyasetmedarên tirk Tirkiyeyê hez nakin. heke hez ji Tirkiyeyê bikin dê mirovên Tirkiyeyê jî hez bikin. Ji ber vê yekê divê ev feraset bê guhertin. Siyasetmedarên kurd peywira xwe bi ci anîn. Lê yên tirk divê xwe ji siyaseta faşîst rizgar bikin. Bi mudaxaleya Ewropayê an jî weletake din pirgirêka kurd nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê jî divê êdî zêde xwîn neyê rijandin û ev pirsgirêk bê çareserkirin. Kurd kengî dibêjin aştî şer tê gurkirin.“

Piştî 38 salan li Dêrsimê ye

Akbayir a ku eslê xwe ji Dêrsimê ye û piştî 38 salan hate Dêrsimê da zanîn ku divê dewlet ji gelê Dêrsimê lêborînê bixwaze û axaftinê xwe wiha bi dawî kir: „Dêrsim bi zimanê xwe nikare çand û wêjeya xwe pêk bîne. Tenê cil û berg nîşana ronakbîriyê nîn e. Yek jî li Dêrsimê ji sedî 95 bewariya Alewîtiyê heye lê li vir 3 mizgeft hatiye çêkirin. Ez li hemberî vê yekê matmayî mam. Divê dewlet bi aweyeke wekhev nêzî hemû netewe û bewariyan bibe. Serokwezîr dema ku diçe welatên din dibêje ‘asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye’ lê ew jî dizane ku bixwe sûcê mirovahiyê dike. Serokwezîr divê ewil li ber deriyê mala xwe paqij bike.“


FERHAT ARSLAN/DÎHA/DÊRSIM