Aloziya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya herêma Kurdistanê de bi avakirin artêşa Dicle û operasyonên wê giha radeyeke bilind. Dema ku Yekineyên Dicle ên ku bi taybetî ji alî serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hatibû avakirin xwestin ku derbasî herêmên bi nakok bibe, rastî nerazîbûna hikûmeta herêma Kurdistanê hat.

Hikûxwmeta Herêmê di encama plana derbasbûna hêzên Dicle bû herêmên ji Kurdistanê veqetyayî mane û bi taybetî bo Kerkûkê, hikûmeta Herêmê hêzên pêşmergeyan şandin wan herêman da ku pêşiya yekîneyên Dicle bigirin û nehêlin derbasî wan deveran bibe.  Li ser mijarê nakokiya di navbera Malikî û hikûmeta Herêmê de derkete asteke bilintir û di encamê de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî biryarek da ku cihên ji Kurdistanê veqetyayî mane û navê herêmên bi nakok l êtê kirin bê guhertin û navên wan deveran bibe deverên ji Kurdistanê veqetyayî.

Peşmergeyan balafirek xist  

Ji aliyekî din de û di vê dema ku hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê li ber hev kozik vedane nûçeyeke xistina balafireke sixûr a Iraqê hate servîskirin.  Hate îdiakirin ku Hêzên pêşmergeyan ên li Kerkûkê firokeyeke artêşa Iraqê ya bi armanca sîxûriyê şandibûn navçeyê xistin xwarê.
Çavkaniyên hêzên pêşmergeyan ên li derdora Kerkûkê hatine bicihkirin, wiha ragihandin: “Berî niha hêzên pêşmergeyan gule li balafireke bê mirov a artêşa Iraqê kirin û xistin xwar.” Çavkaniya ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, wiha got: “Ew balafir bi armanca lêgerîn û çavdêrîkirina hêzên pêşmergeyan hatibû navçeyê.”
Birîkarê wezîreta pêşmergeyan lîwa Enwerî Hacî Osman derbarê xistina balafira Iraqê de ji got: “balafir hatiye ser hêzên pêşmergeyan û pêşmergeyan jî li firokeyê xistine, lê hê ne diyare ku balafir ketiye yan na.” Birrêvebirê pêşmergeyan wiha got: “Lê li gor zanyariyên ji artêşa Iraqê hatine bi destxistin, egera wê yekê heye ku hêzên pêşmergeyan karîbin bigihin armanca xwe.”
Her wiha piştre jî hêzeke pêşmergeyan gule li balafireke bê mirov a artêşa Iraqê ya li ser bilindahiya Domelan dizivirî û dixwest zanyariyan li ser pêşmergeyên li navçeyê kom bikin, kiribûn hedefa xwe.
Wezareta pêşmergeyan tevî piştrastkirina vê nûçeyê, ragihand ku hêzên pêşmergeyan balafira sîxûriyê ya artêşa Iraqê neçar kir ku herêmê terk bike. 

BEXDA