Aktaş dibîje, “Ew kesên nerazî li ser nîşandana filma Reşeba ji derhênana Husên Hesen film nedîtine û dixwazin xwe bikin qehraman”.
Wî got fîlmê wan bêrêziya Êzîdiyan nake û ew wênekirina serhatiya dagirkirina Şengalê ye ji aliyê DAIŞ´ê ve û derdê Êzîdiyan jî resm dike, ne bi taybet keçen Şengaliyan piştî ji destê DAIŞ´ê rizgar dibin.
Lê rojnamevan Xidir Dûmilî ku yek ji 10 kesan bû ku film dîtîbû, got, wan têbîniyên xwe dane derhênerê film û wî soz daye têbîniyên wan li ber çavan bigire. Dûmilî vê sozê bi bîr dixe û wiha dewam dike: “Tevî ku derhêner soz da ku berî nîşandana filmê li festivalê guhertinan bikin jî, lê wan soza xwe bi cih neanî. Hinek dîmenên fîlm ji rastiyê dûr in û hestên Êzîdiyan birîn dikin. Ew bûbû egera nerazîbûna xortên Êzîdî di dema nîşandanê de.”
DIHOK