Di axaftina xwe ya dawî de, Serokdewletê Sûriyeye Beşar Esed soza berdewamkirina prosesa kuştin û pelçiqandina serhildanên gel da. Esed ev serhildanan mîna „komplo“ bi nav kir û girêdana wan bi hêzên derve re ilan kir. Ji axaftinên diktatorê Şamê xuya bû ku ewê qet xwestekên gelê Sûriyeye yên demokratî û azadiyê qebû neke û li dijî serhildêran dê tercîha kuştin û jiholrakirinê bike. Her weha Esed gef li welatên Rojava xwar û li dijî hemû şêweyên zextên navnetewî doza berxwedanê da.
Di şerê li dijî serhildana gelê Sûriyeye de ne tenê Esed heye. Dewleta Iranê jî heye. Heta niha Tehranê bi dehan milyar dolar daye Esed û bi hezaran milîs ji bo têkbirina serhildêran şadine Şamê.
Esed pişta xwe bi hêza Iranê xurt dike. Ew hewl dide ku kêmmezheba elewiyan bi xwe ve girêbide û bi riya bikaranîna efser û eskerên ji vê kêmmezhebê, her weha bi riya alîkariya Iran û rêxistina „Hizbulah“ a Lobnanê, beşên din yê gelê Sûriyeye têk bibe.
Ji ber hindê siyaseta bikaranîna dijwariyê zêdetir beriz bû û di heftiya dawî de bi dehan kes li bajarên Sûriyeye hatin kuştin. Bi hezaran jî hatin girtin. Terciha rejîma Esed ew e ku kesên çalak yên milet bi rêxistin dikin, divê yek bi yek bên tesfiyek kirin an girtin.
Li himberî siyaseta jiholrakirinê ya Esed û derdora wî, hêzên muxalefeta Sûriyeye hîna mîna berê di nava tevliheviyek mezin de ne. Heta niha hêzên muxalefetê nikarin xwe bidin ser hev û „Meclîsek Demî ya Rêvibiriya Sûriyeye“ ava bikin, wek çawa beriya demekê wezîra karê derve ya DYA yê Hilary Clinton ji wan xwestibû. Hebûna vê meclisê gavek girîng û bingehîn e ji bo peydabûna livek watedar ya civaka navnetewî li dijî desthilatdariya Esed. Niha welatên Ewropa Esed mîna „rêberekî ne rewa“ dane nasîn, her weha DYA jî li ser zimanê Barack Obama doza istifayê li Esed kir. Lê eger hêzên muxalefeta Sûriyeye nebin yek û meclîsek giştî, mîna ya li Lîbiyayê ava nekin, bangên rakirina Esed ji ser textê desthilatdariya Sûriyeye dê vala derkevin û bê qîmet bimînin.
Hêzên muxalefeta Sûriyeye bi dehên salan dihatin pelçiqandin. Bi hezaran endamên wan ji aliyê rejîma Hafiz Esed û kurê wî Beşar Esed hatibûn tesfiye kirin û girtin. Ji ber hindê ev 40 sal in ku ev hêz rastî têkçûn û jiholrakrinê tên. Rewşa wan mîna rewşa muxalefeta rejîma Korya Bakur e. Ev bûye sedema bingehîn ku ev hêz ne xwedî xwendinek rast û objektîv in. Ew qet ne jîr û zana ne. Di siyaseta heremî û navnetewî de zexel û têkçûyî ne.
Gelek ji van hêzan di destpêkê de pesnê AKPê û Erdogan dan û xwe tam teslîmî rêvebirya Tirkiye kirin. Hemû kongre li Stenbol û Antaliya lidar xistin. Lê dema dîtin ku AKPê siyasetek qirêj dimeşîne û qet itîbara xwîna gelê Sûriyeye nagre, lê ew desthilatdariyek ziîf û bêbandor li Şamê dixwaze, ku karibe hemû şert û mercên Tirkiye qebûl bike, van hêzên muxalefetê Tirkiye şermezar kir û dest bi êrîşa li dijî AKPê û Erdogan kir.
Divyabû van hêzan ji destpêkê bizanîbûya ku AKPê Erdogan ne “komelgeha alîkariya xizanan in”, lê ew xwedî berjewendî û pîlan in. Ji bo wan Sûriyeye zexel, têkçûyî, helwestqelis, baş e. Ji bo wan Esedê birîndar yê ku texit di bin wî de dihêje gerek e, da ku hemû xwestekên wan bê şert û merc qebûl bike.
Li Iraqê beriya rûxandina rejîma Sedam hêzên muxalefetê xwedî hebûn û tecrube bûn. Hêzên Kurdan xwedî statû, rêvibirî û artêş bûn. Hêzên Şîyan jî alîkariyek mezin ji Iranê digirtin û artêşek ji çend hezar şervan ava kiribûn. Li Lîbiyayê jî hêzên muxalif yekser li bajarê Benîgazî statû avakirin û beşek ji artêşê girtin dest xwe. Bi vî awayî bûn xwedî gotin û hêz. Li Yemenê jî beşek ji artêşê veqetiya û tevlî muxalefetê bû. Bi vî awayî rewaha rejîma Ali Abdulah Salih tevlihev bû û nêzîkî têkçûnê bû. 
Lê hêzên muxalefeta Sûriyeye sisit û zîfin. Ne xwedî yekgotin û ne li hev in. Her weha alikariyek mezin ji tu deıdoraz nagrin. Hêza wan ya eskerî jî nîne.
Ji bo Kurdan jî heman gotin tê gotin. Eger mirov Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji nav wan bide aliyekî, hêzê û partiyên Kurdan jî zexel û bêbandor in. PYD ji bo têkilya wê ya bi Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê re, cihê xwe girtî ye û li ser erdê xwedî hêz û imkan e. Eger PYD hemû imkan û derfetên vê tevgerê bikar bîne, dê bi ser bikefe û karibe hêzêk xurt ya berbiçav ava bike.
PYD dikare sûdê ji imkanên siyasî, diplomasî, rêxistinî û eskerî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê werbigre. Bi vî şêweyî ew dikare bibe hêzên de facto ya li meydanê ku kesek nikare hebûna wê inkar bike.
Lê em dibînin ku tercîha PYD heta niha “Yekîtiya Partiyên Kurd li Sûriyeye” ye. Ev tercîh zehmet e ku pêk were. Ev partî ne xwedî imkan û gotin in. Temsîla wan, berovajî ya PYD, di nava gelê kurd de kêm e. Hemû li himberî hev bi kîn û nifret in. Ya rast mirov nikare baweriyê bi gotina wan bîn e.
Beriya heftiyekê, evan Partiyan “daxuyanek hevbeş” ji şermezarkirina êrîşa dewleta tirk li dijî Başûrê Kurdistanê imza kirin, lê ji ber ku di daxuyaniyê de destek ji bo helwesta Tevgera Azadiya Kurdistanê dihat xwestin û tecrîta dewleta tirk ya li himberî birêz Ocalan dihat rexnekirin, 3 partiyên kurd xwe paş vekişandin û agahî dan ku ew vê daxuyaniyê imza nakin.
Ev yek mînak ji siyseta tevlihev û nebawer ya van partiyan e. Hemû helwest û karên din jî qet ne dûrî vê helwesta vala ye.
Ji ber hindê PYD eger bixwaze dikare vê valahiyê dagire û bibe hêza yekem û dînamîk ya tevahiya Sûriyeye. Ew dikare hemû hêzên demokrat, bepger û layik li dora xwe bicivîne û eniyek xurt û balak ava bike. Ji bo ev yek pêk were jî divê kenalek Tv ya taybet bi PYD hebe.
Ji bo Sûriyeye hêzek xwedî imkanên cemawerî, ekonomî, eskerî û ragihandinê pêwîst e. Ev hêz hîna peydanebûye. Her çuqasî ku AKPê dixwaze rêxsitina “Birayên Misilman” destek bike jî, lê dîsa tercîha wê ya Esedekî ziîf û sertewandî ya herî li pêş e.
PYD ê hêza herî bi şense ya ku kare rewşa muxalefeta Sûriyeye bigre dest xwe. Ji bo ev yek bibe rastiyek, pêwîstî bi jinûvesazûmankirina pîlan û siyaseta wê ya derbarê Serhildana Gelê Sûriyeye de heye.