DANA OMER / ROJNEWS/HEWLER

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bê Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) civîna parlamentoyê lidarxist. Di civînê de Desteya Serokatiya Parlamentoyê hate hilbijartin. Ev yek deriyê çêbûna nakokiyeke kur di navbera YNK û PDK’ê de vekir. Dibe ku nakokiya di navbera her du aliyan de bibe sedem ku li Herêma Kurdistanê jî rewşek siyasî a ne aram çêbibe.

Şerê erk û meqamê

Berpirsên PDK’ê derbarê YNK’ê de daxuyaniyên nerm didin û dibêjin ku bi awayek demkî Desteya Serokatiya Parlamentoyê hatiye hilbijartin. Li gorî agahiyên ku bi awayek ne fermî li ser civîna YNK û PDK’ê belavbûyîn, YNK beriya lihevkirinê li ser mijara erkên wezaretên herêmê, daxwaz kiriye waliyek li gorî YNK’ê ji bo Kerkûkê bê diyarkirin. Yan jî bi awayek nivîskî erkê walitiya Kerkûkê ji bo YNK’ê bê îmzekirin. Lê PDK’ê ev yekê nexwestiye.

Bernameyek ya nîştimanî nîne

Li ser mijarê rojnamevan Şiwan Mihemed axivî û got: “Pêşbaziya niha dinavbera YNK’ê û PDK’ê de ne pêşbaziyên destpêkene û metirsîdare. Her du alî ne cihê hêviyê ne. Di vê qonaxê de metirisiya du îdareyan nîne. Wê YNK û PDK di dawiyê de lihev bikin. Dibe ku bi destên jider ve re lihev bikin. Li herêmê PDK hêza yekeme. Lê ne YNK’ê ne jî PDK’ê, bernameyek ya nîştimanî nîne.”