Li gorî raporeke navdewletî, aloziyên di navbera Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê de bandor li ser karê 14 şîrketên petrol û gazê li heşt zeviyên petrolê li Kurdistanê kiriye, tevî vê jî hatiye gotin ku şîrketeke kanadî bûye sêyemîn şîrketa biyanî ya ku petrola Herêma Federal a Kurdistanê dişîne derve.

Rapora şîrketa “Toll Cross Securities”, ku şîrketeke kanadî ya rawêjkar di warê petrol û gazê de ye, li ser hûrkariyên çalakiyên dawî yên şîrketên navdewletî li Herêma Federal a Kurdistanê tê rawestandin. Rapor her wiha jî li ser sedemên nakokiyên dawî yên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de radiweste, ku çawa bandoreke nêgativ li ser karê şîrketên biyanî yên ku li Herêma Kurdistan û navçeyên cihê nakokiyê kar dikin kiriye.
Tevî vê jî rapor dide xuyakirin ku çawa şîrketa Western Zagros a kanadî bûye sêyemîn şîrketa petrolê li Herêma Federal a Kurdistanê ku petrolê dişîne derve. Di rêzên yekemîn û duyemîn de şîrketa DNO ya norwêcî û Genel Enerji ya tirkî tên. Li gor raporê, bandore wê aloziya di navbera Bexda û Hewlêrê de li 14 şîrketên li heşt zeviyên petrolê çêbû.
Rawêjkarê Wezareta Dewlemendiyên Xwezayî ya Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Elî Belotêkildarî mijarê agahî dan û wiha axivî: "Bêguman her aloziyek hebe, ne tenê li Kurdistan, lê li seranserê Iraqê, bandorê li ser sektora petrol û gazê dike." Elî Belo dûr dibîne ku peydakirina aloziyan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wan şîrketan bitirsîne, lê diyar jî kir ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi çend rêyên din bibe kelem li pêşiya karê şîrketên mezin, wek şîrketa Exxon Mobil û Chevron û got: "Hikûmeta Iraqê gellek rêyên din meşandine, wek danîna lîsteya reş ji wan şîrketan re û derengxistina dayîna xerciyên wan. Ev in ew rêyên ku Bexda pêrew dike ji bo ku ew kompanî li wan navçeyan kar nekin.”

Şirket bifikar in

Di dirêjiya raporê de hatiye diyarkirin ku di 8ê Mijdara par de li zeviya petrolê ya Serqela li navçeya Germiyan, ku şîrketa Western Zagros a kanadî serpereştiya wê dike, û xwediya ji sedî 40ê pişka wê zeviyê ye û şîrketa Gasprom ya rûsî jî pişka wê ji sedî 40 e û pişka hikûmeta Herêma Kurdistan jî ji sedî 20 e, di hundirê sê hefteyan de 100 hezar bermîlên petrolê hatin hilberîn.
Rapor wiha diyar dike: "Ew 100 hezar bermîlên petrolê jî bi rêya sîtêran ji bo boriyên petrola Kerkûkê hatine şandin û ji wê derê jî ji Tirkiyeyê re hatine şandin. Tê çaverêkirin jî ku xerciya wê şandinê di nava 3-6 mehan de ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve bê dayîn. Lê ev berhemanîn jî, ji ber nakokiya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Bexdayê de, ji dawiya meha Mijdara ve rawestiyaye". 

BEXDA