Laleş da zanîn, ku konsepteke nû di meriyetê de ye û anî ziman, ku êdî dewlet û gel li hemberî hev şer dikin. Têkoşîn Laleş got, “Dewleta Tirk ji bo vîna gelan bişikîne ketiye nava lîstikeke qirêj a şer. Dewleta AKP’ê, di serî de li Rojava, li Şengal û gelek deverên din alîkarî da çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ‘ê. Gelên li maf û edaletê digerin, qetil kir. Li Enqere, Pirsûs, Wan, Nisêbîn, Sûr û herî dawî li Cizîrê gelê me qetil dike. Malê me dişewitîne, bajarên me talan dike. Serçete Erdogan, ji gelê me yê qetil dike re dibêje ‘terorîst’. Li ber çavên me hemû gelên Rojhilata Navîn çete û terorîstê herî mezin Erdogan e.”
Têkoşîn Laleş destnîşan kir, ku bêdengiya li pêşberî komkujiyan, xiyaneta herî mezin e û diyar kir, weke ciwanên Şengalê ew amade ne biçin Bakurê Kurdistanê û dixwazin bi awayekî aktîf tevlî berxwedanê bibin.
‘Gelê Bakur ne bi tenê ye’
Piştî merasîmê, ji Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şengalê Ciwan Şerfedîn nêrînên xwe anî ziman û da zanîn, ku divê gelê Bakurê Kurdistanê xwe bi tenê nebîne, ciwanên Şengalî xwe perwerde û amade dikin.
Ciwan Şerfedîn di dewama axaftina xwe de got, “Em berxwedanê silav dikin. Pîroz e. Em hevalên li nava refên YPS û YPS Jin silav dikin û berxwedana wan gelekî hêja dibînin. Weke ciwanekî Êzîdî amade me di nava berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê cih bigirim. Ji ber ku dema fermana 74’an li ser me rabû, yê bi hawara me hat gelê Bakur bû. Gelê Bakurê Kurdistanê sînor derbas kir û destê alîkariyê dirêjî me kir. Di vê kêliyê de jî ji bo gelê me yê li Şengalê canê xwe feda dike. Em jî xwe bi rêxistin dikin û ji bo tevahiya Kurdistanê xwe amade dikin. Ku der pêwîst pê hebe em amade ne li wir li ber xwe bidin. Ji her kesî re serketinê dixwazim.”
ANF/ŞENGAL