Di navberê de hejmara kuştiyan dîsa gelekî zêde bû û li gorî çavkaniyên kordînasyonên xwepêşandanên şoreşa Sûriyeyê hejmara kuştiyên roja pêncşemê jî gihan 29 kuştiyan dîsa piraniya wan li bajarê Humsê bûn.
Lı gorî lijneyên kordînasyonan dê pêvajoya bêîtaetiya sivîl li Sûriyeyê dest pê bike û tê de ambargoyên li ser dibistanan, girtina dikanan û rawestandina kar hebe ji bo destpêkirina bêîtaetiyeke sivil a giştî li dijî rejîma Beşar Esad bê destpêkirin.
 
Daxuyaniya NATO'yê

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen got ku bi tu awayî niyet û armanca wan a mudaxelekirina Sûriyeyê tune.
Piştî civîna wezîrên karên derve yên NATO’yê Rasmussen ji çapemeniyê re axivî û li ser pirsa rojnamegerek a ‘Gelo ger Tirkiye daxwaz bike dê NATO’yê mudaxeleyê Sûriyeyê bike’ wiha bersiv da: “Ji bo mudaxelekirina Sûriyeyê me hin şert û merc nedane pêş. Ji ber ku tu niyet û armanca me ya mudaxelekirina Sûriyeyê tune ye. Me ev yek çendîn caran diyar kir, lê ez dîsa destnîşan dikim: Ji bo Sûriyeyê niyeta NATO’yê mudaxelekirinê yan jî niyeteke wê ya din tune.”
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Rasmussen der barê welatên Bahara Ereb de wiha axivî: “Em dixwazin di warê ku em dikarin nirxên wan berztir bikin de ji van welatan re bibin alîkar. Bo nimûne, di warê reformên ewlekarî û parastinê de asta pisporiya me dikare ji wan re sûdbexş be. Ji pergalên otokratîk veguherîna pergalên demokratîk de kontrolkirina demokratîk a parastin û ewlekariyê girîng e.”


 ŞAM / BRUKSEL