Şaredariya Wêranşarê bi boneya jiyanek ekolojîk û civakek kolektîf pêş bixe, projeya kolektîfa 'Ax û Av' pêş xistibû. Şaredariya BDP'î ya Wêranşarê, li Taxa Şirnaxê 35 donim zevî temîn kir û bi alîkariya 70 malan xebatê dimeşîne. Welatiyên ku li xaniyên ku ji kerpîçan hate avakirin dijîn, di hewşê malên xwe de dest bi çandiniya baxçeyên organîk kirin. Li aliyekî xebatên avakirina malan didome, li aliyê din çandiniya baxçe û zeviyan dest pê kir. Di çarçoveya projeyê de 11 xanî ber bi dawiyê ve diçin, avakirina malên din jî didomin. Malbatên ku di projeyê de cih digirin dest bi çandiniyê kirin. Jin di nava baxçeyan de dest bi çandiniya bacan, îsot û firengiyan kir, zilaman jî dest bi avdaniya zeviyên ceh genim kirin.
Welatiya bi navê Necla Îlîş, anîn ziman ku niha şitlan diçînin û mezin dikin û piştî ku hewa germ bibe dê dest bi çandiniya baxçe bikin. Îlîş, anî ziman ku ew fekîyên bacan, îsot, firengî, şelengo bê horman diçînin û venêrtina baxçe dikin û wiha got: "Sala par jî me baxçe çand îsal jî em çandiniya baxçe dikin. Berpirsiyarê kolektifa Ax û Avê Hamza Buyuktaş, anî ziman ku wan îsal 95 dolim zeviya genim çandine û wiha got: "JLi aliyekî xebatên avakirina malan, li aliyê din çandiniya baxçeyan didome. Em spasiyên xwe ji Şaredariya Wêranşarê re dikin."

RIHA