Di demekê de ku heyeta çavdêrên Ereb pêwîra xwe li Sûriyeyê berdewam dikin jig elek aliyan ve rastî nerazîbûnan tên û xuyaye ku hatina van çavdêran tenê dîkoreke û amadekariyeke ji bo gaveke din.
Dema mirova bala xwe bide daxuyaniya wezîra karên derve ya Amerîkayê Hilary Clinton mirov dibîne ku Amerîka jî yek ji wan aliyên ku dixwaze êdî vê pêwîra çavdêran bê encam bi dawî bibe û derbasî pêngaveke din bibe. Hilary Clinton da xuyakirin ku ev pêwîra çavdêrên Ereb dê nikaribe heta hetayê berdewam bike û axaftina serokê Sûriyê Beşar Esad jî bi tundî rexne kir.
 Clinton got li şûna ku Esad berpirsiyariyên xwe bicih bîne ew ji xwe re li behaneyan geriya û got ku ev bûyerên li welatî wî diqewimin bi destê biyaniyan tên kirin. Clinton got ku ew û hevalbendên xwe dê li hêviya rapora dawî ya çavdêran bimînin ku dê piştî bidawîbûna pêwira wan a di 19 mehê de were aşkarekirin.
Her wiha serokwezîrê Qeterê jî heman tişt anî ziman û got ku bawerî zêde bi serkeftina vê heyetê nemayê û ew dê piştî pêwira wan biqede rê û rêbazên pêngava piştî heyetê binirxînin.
Ji aliyekî din ve Tirkıye bi riya Meclisa Niştimanî a bi serokatiya Burhan Xelyun dixwaze vê carê bi riya herêma Kurdistan bandorê li ser muxalifên Kurd bike û xwe bi vî rengî tevlî vê pêvajoya destwerdana Sûriyeyê bike. Her wiha serokomarê Tirkiyeyê Abdulah Gul jî bi rengekî din tevli van goftûgoyên nû bû û helwesta welatê xwe ya nû li hemberî Esad da xuyakirin. Abdullah Gul wiha got: “Tayê pêwendiyan yê dawî ligel serokê Sûriyê Beşar Esed” qetiya û “êdî çarenivîsa wî di destê gelê wî de ye.”
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şarq el-Ewsat, serokê Tirkiyê Abdullah Gul ragihand ku gotara Esed ya dawî “dibû bibûna cihê baweriyê berî 6 mehan yan salekê, lê niha êdî pir kêm û dereng e.” Gul tekez kir ku Tirkiyê piştgiriya gelê Sûriyê û daxwazên wan yên rewa dike. Ji aliyekî doin ve li gorî çavkaniyên kordînatorên şoreşa Sûriyeyê dan xuyakirin ku roja di bûyerên roja çarşemê de 24 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji wan li Humsê bi tenê 10 kes hatine kuştin.

Rojnamevanê Frensî hate kuştin 
Rojnamevanekî Fransî yê ji bo şopandina bûyeran çûbû Hûmisê, di dema şopandina bûyeran de hat kuştin. Li bajarê Hûmisê yê Sûriyê rojnamevanên ku çalakî dişopandin, dema topeke hewanê li nêzî wan ket, rojnamevanekî Fransî jiyana xwe ji dest da. Di bûyera ku rojnamevanekî Belçîkî û yekî Fransî birîndarbûyîn de jî, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor Ajansa Cîhan a Tirkiyê, rojnamevanê Fransî li Sûriyê bûyer ji endamên çapemeniyê cûda dişopand. Wezaretê jî diyar kir dema li Hûmisê dîmenên çalakiyekê digirtin, topeke hewanê li nêzî rojnamevanan ket. Rojnamevanê Fransî Gilles Jacquier jiyana xwe ji dest da, rojnamevanekî din ê Fransî û yekî Belçîkî jî birîndar bûn. Herwiha di bûyerê de 8 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan.

Heyet li başûrê Kurdistanê ye
Hate ragihandin ku serokê (meclisa Stenbolê ) Burhan Xelyûn li herêma Kurdistanê ye. Li gorî nûçeya Rudawê Serokê Civata Nîştîmanî ya Sûriyê Burhan Xelyûn û Endamê Lijneya Tenfîzî yê Civata Nîştîmanî ya Sûriyê Ebdulbasît Seyda li Herêma Kurdistanê ne.
Çavkaniyê destnîşan kir ku Burhan Xelyûn, Ebdulbasît Seyda û 2 endamên din ên Civata Nîştîmanî ya Sûriyê li Herêma Kurdistanê ne û mêvanê Serokatiya Herêma Kurdistanê ne. Heman çavkaniyê got: “Biryare ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin.”

Heman çavkaniyê aşkare kir ku Serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) Ebdulhekîm Beşar ji bo civîna ligel şanda Civata Nîştîmanî ya Sûriyê li Herêma Kurdistanê ye.

ŞAM




3 ciwanên Kurd hatin kuştin


Ji aliyekî din ve li gorî çavkaniyên ji herêmê ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên nexweşxaneya dewletê ya parêzgeha Hesekê cenazeyê 3 ciwanên Kurd di nexweşxanê dene. Li gorî çavkaniyê di dema amadekirinê vê nûçeyê de cenazeyê 3 ciwanên Kurd ên ku li leşkeriyê hatine kuştin ber bi bajarê jidayikbûna wan Qamişlo ve hate şandin. Kuştina van hersê ciwanên Kurd ne ya yekemîne gelek ciwanên Kurd ên ku di dema leşkeriyê de hatine kuştin hene. Beriya van bûyeran jî bi gelek behaneyên pûç ciwanên Kurd di dema xizmeta leşkeriyê de hatin kuştin. niha jî ji berk u ciwanên Kurd naxwazin tevli kuştina sivîlan bibin leşkerî wan dikuje û tewana kuştina wan jî davêje ser komên çekdar.