Albûma festîvalê wê were amade kirin
Di çarçoveya festîvalê de, çapa berfirehkirî ya pirtûka lêkolîner Ahmed Aras ya bi navê “Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê” bê pere li agiriyan were belavkirin. Digel pirtûkê, hefteyek piştî festîvalê jî wê ji stranên dengbêjên ku beşdarî konferansê dibin, albumeke ji stranên Evdalê Zeynikê were amadekirin û li xelkê were belavkirin.
Hin kesên ku wê beşdarî li konferansê bikin û li ser folklor û dengbêjiya Kurdan biaxivin ev in: Prof. Dr. Şukriye Mustafa Resûl, Prof Dr. Kardi Yıldırım, M. Xalid Sadinî, Zeynelabidîn Zinar, Suleyman Çevik, Vahdettîn Înce û M. Hanifi Alir.
Li gel navenda bajêr wê li navçeya Patnosê jî semînerek bê lidarxistin û mijara wê semînerê jî wê dengbêjiya Kurdî û Evdalê Zeynikê be.
Li gor bernameya ji temamê Tirkiyeyê wê nêzî 30 dengbêjî beşdarî bernameyan bibin. Her wisa wê konsereke mezin jî were lidarxistin. Di konserê de digel gelek dengbêjan wê hunermendên wekî Kemalê Amedê, Destan Dogan û Murat Bay jî derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.
Serokê Akyadê M. Mehmet İzci diyar kir ku bi lidarxistina festîvalê re armanca wan ew e ku nehêlin dengbêjiya Kurdan were ji bîrkirin û her wisa Evdalê Zeynikê bi gel bidin danasandin.
AGIRÎ