Beriya festîvalê tûrnûvayên sporê li gelek bajarên Franseyê wê werin lidarxistin. Festîval jî wê roja 16'ê Hezîranê bi lîstikên fînalê û bernameyeke dewlemend a çandî bi encam bibe.
Di çarçoveye festîvalê de ji bo bibîranîna yek ji kadroyên destpêkê yên PKK ku sala 1986'an li Parîsê de jiyana xwe ji dest dayî Mustafa Aktaş jî çalakiyên helbest, pexşan û resmê tên organîzekirin.
Organîzatorên bernameya çandî ya 6. Festîvala çand, huner û sporê ya ciwanan a Engîn Sîncer ragihandin ku amadekariyên wan qediyane û banga tevlîbûnê li herkesê bi kurdî dinivîse, yan jî bi hunerê resmê re elaqedar kirin ku beşdarî çalakiyê bibin. Organîzatoran da zanîn ku di juriya îsal de nivîskar û rojnamevan Medenî Ferho, nivîskar û rojnamevan Memed Drewş, nivîskar û rojnamevan Necîbe Qeredaxî û şêwekar û mamosteyê huner li wargeha Mexmûrê Cengîz Kara cihê xwe digirin. Di daxuyaniya organîzatoran de bi girîngî îşaret pê hat kirin ku juriya îsal ji bo nirxandina helbest û pexşanan dikare bi rehetî metnên bi Kurmancî, Kirmanckî/Dimilkî û Soranî binirxîne, û hêviya xwe derbirîn ku bi van zaravayên Kurdiyê hemûyan tevlîbûneke baş çêbibe.
Organîzatoran bi bîr xist ku di çalakiyên par ên helbest û resmê de, di beşa helbestê de Sîpan Siyamed Sîpan bi berhema xwe ya bi navê Evîna Te Neba û Şêwekarê ciwan ê ji Mexmûrê ku îsal di juriyê de cihê xwe digire Cengîz Kara jî di beşa resm de bi berhema xwe ya bi navê Penaber bûbû yekemîn. 
Organîzatoran got, kesek dikare di her beşê herî zêde bi du berheman tevlî çalakiyê bibe. Kesên ku di beşa resmê de wê tevlî çalakiyên bernameya çandî ya festîvalê bibin, divê orjînala berhema/berhemên xwe yan jî wêneyekî wê yê dijîtal bigihînin organîzatoran. Temenê beşadaran divê di navbera 14 û 30'î de be. Wekî din kesên tevlî çalakiyê dibin divê herî dereng 6'ê Hezîranê berhemên xwe bigihînin navnîşanên bernameya çandî ya festîvalê ku weha ne:
e-mail:
festival@kurdeparis.org
Navnîşana Postê:Festival 2012
16, Rue d’Enghein
75010 Paris/Franse


LUQMAN GULDIVÊ/PARÎS