Komeleya Akademiyê ji niha de dest bi amadekariyên mihrîcanê kir. Endamê Komeleya Akademîya Sînemaya Rojhilata Navîn Îbrahim Yildirim, diyar kir ku ew beşdarî Mihrîcana Belgefîlma Filmamedê jî bûn û wiha got: "Me dît ku bi tena serê xwe belgefîlm û sînema têr nakin. Ji ber vê yekê em li mihrîcanên alternatifên cuda geriyan. Piştî nişaşan me biryar da ku em 1'emîn Mihrîcana Filîmên Amedê ya Neteweyî û Navneteweyî pêk bîne."
Yildirim, da zanîn ku dê pêşbirga belgefîlman ji berhemên navneteweyî, neteweyî, belgefîlmên Kurd û dirêj kom bikin û wiha axivî: "Em sînemavanên Kurd ji bo di rêça paradîgmayek civakî ya alternatif de sînema û belgefîlman pêş bixin me dest bi vê xebatê kir. Rêgez û pîvanên me yên ji bo mihrîcanê wiha ne: Sînema sektorek aliyê wê yê madî û endustrî heye. Ji ber vê yekê mirov dikare behsa aliyê wê yê têkiliyên bi kapitalismê re jîbike. Fîlmên ku têkevin pêşbirgê dê azadiya jinê, cudahiya çandê xelata ziman û raperîna gel esas bigire. Ji bo em van hasasiyetên civakê derxin pêş me ev wekî pîvan danîn pêş xwe."
DÎHA/AMED