15’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê, wê 22’ê Hezîrranê li Elmanyayê bê lidarxistin. Ji bo mîhrîcanê bernameyeke dewlemend hat amadekirin.
Li ser banga Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) û Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanya (YJKE) li bajarê Elmanyayê Kolnê bi tevlîbûna bi dehan jinan amadekarên 15’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê civiyan.
Di civînê de ji hemû eyaletên Elmanyayê nûnerek amade bû, jinên Êzîdî û Elewî jî cihê xwe di civînê de girtin.
Di mîhrîcanê de ji bo zarokan jî amadekarî tên kirin. Her wiha gelek hunermend wê tevlî çalakiyê dibin. Mîhrîcan xwedî bernameyeke dewlemend e. Cara yekem wê di festîvala îsal de cih ji bo xwarinên herêmî jî bê veqetandin. Xwarinên Rojava, Rojhilat, Elmanî, Gurgum, Mêrdîn, Dersim, Tor, Serhat û Riha jî bên pêşkêşkirin.
KOLN