
Operasyona rizgarkirina Mûsilê nêz dibe. Heta niha li ser beşdarbûna gelek hêzan nakokî heye. Derveyî hêzên artêşa Iraqê û pêşmerge, heta niha nayê zanîn kîjan hêz beşdar bibin.
Berpirsê Ragihandina YNK’ê li Mûsilê, Xeyas Sûrçî şandina hêzan ji bo Mûsilê piştrast kir û ev agahî dan ajansa me: “Belê, hêzek zêde ji Mûsilê re hatin şandin. Ev hêz li nêzî bendava Mûsilê û başûrê bajêr hatin bicihkirin.” Xeyas Sûrçî zêde kir ku; “Agahî gihiştine ber destê me ku hêzek zêde di rê de ne ku xwe bigihênin derdora Mûsilê.” Der barê hebûna hêzên Heşd El şeebî de jî Sûrçî got: “Nexêr, Ew hêzên ku hatine Mûsilê û yên ku di rê de ne, hemû artêşa Iraqê ne û ji tabûrên cuda ne. Heta niha nûçeya hatina Heşd El Şeebî tineye.”
Amadekarî ji bo hatina penaberên
Li bajarê Hewlêrê protokolek di navbera Iraq, Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo alîkariya mirovî ji penaberên Mûsilê re hat îmzekirin.
Piştî protokolê Wezîrê Koç û Penabertiyê yê Iraqê, Dr. Derbaz Mihemed di civînek çapemeniyê de li Hewlêrê ev agahî dan: “Wê di navbera Iraq, NY û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kordîneyek sê salî were avakirin. Wê ji bo kesên ku ji Mûsilê penaber bin û werin, derfetên pêwîst were amadekirin.”
Dr. Derbaz Mihemed der barê amadekariyan de wiha axivî: “Li her parêzgehekî em ê tîmek sê kesî amade bikin. Ew tîm wê xebat û projeyên ji bo penaberan bimeşînin.”
Wezîr her wiha ji xelkê Mûsilê xwest ku heta ji wan bê, bajarê Mûsilê vala nekin. Wezîrê Hundir ê Herêma Kurdistanê Kerîm Sencarî jî di civîna ji çapemeniyê re axivî û got: “Me wek hikûmeta Herêma Kurdistanê tişta di hêza me de bû, ji penaberan re kir. Me alîkarî ji NY û hikûmeta Iraqê jî xwest.”
Sencarî dazanîn ku pereyên hikûmeta Iraqê ji bo penaberan destnîşan kiribû, gihişte Herêma Kurdistanê. Wezîrê Hundir her wiha diyar kir ku wan hemû egerên xirab ku pêş bikevin jî li ber çavan girtine.
HEWLÊR / HANA AZAD / ROJNEWS