
Rêveberê Egîtîm Senê Firat Urun, diyar kir ku armanca wan ew e ku ji ber endamê wan zêde ne û yên bi Kurdî nizanin bên li qursê xwe fêrî Kurdî bikin. Urun, da zanîn ku ji ber dema van mamosteyan û qursên li KURDÎ-DER’ê hev nagirin û ji ber vê yekê wan li saziya xwe Egîtîm Senê dest bi xebatek wisa kiriye. Urun, anî ziman ku ji pola despêk û heta pola duyemîn dersê wan hene û xwest ne tenê ev kesê hatine vir dersê dibînin ew dixwazin hemû endam û mamosteyên wan bên li cem wan fêrî zimanê Kurdî bibin. Urun, destnîşan kir ku ji ber hinek endamê wan bi Kurdî nizanin ev der ji bo wan cihek avantajî ye û xwest heval û endamê wan ên Tirk fêrî zimanê wan bibin. Urun, got ku ew beriya her tiştî ji bo zimanê Kurdî kovarên Kurdî, hînker û rojnameya azadiya welat esasa digirin.
Jiyana bi Kurdî
Mamosteyê polê Azîz Turya jî da zanîn ku ji ber zimanê Kurdî zimanê wan ê dayikê yê û ji bo gel girînge vê qursê dane destpêkirin û ji bo ew baldariya zimanê xwe li pêş bixin ketine nav hewldanek wisa. Turay, anî ziman ku gelek hevalê wan û endamê wan ji aliyê zimanê Kurdî ve li paş mane û wiha got: “Em dixwazin hevalên me li paş mane bi qursa zimanê şêrîn li pêş bikevin. Bêguman ev armanca me ne tenê bila fêr bibin, bila hemû jiyana xwe bikin Kurdî.” Turay, diyar kir ku ziman di civakê de gelek cihek girîng digire û got ji ber vê yekê pêwîste her kes zarokên xwe ji bo zimanê Kurdî têbigîhin û fêrî wan bikin. Turay, destnîşan kir ku cihê ew lê mamostevaniyê dikin hemû Kurdin û wiha got: “Divê ku em hemû mamoste zimanê hemû zarokan ê Kurdî dizanibin. Dema em ziman fêrî zarokê xwe nekin, ew jî neçar dimînin paşê fêrî zimanê xwe dibin.” Turay, da zanîn ku ji ber pêvajoya hatiye destpêkirin baş bidome pêwîste ew bi bêtir zimanê xwe hişmendiya wê mezin bikin û ji bo gelna bidin qebulkirin.
Ji bo pêşketina Kurdî
Xwendekara jin Hemîde Oncu Demîr, diyar kir ku ji bo ew zimanê xwe dayikê baş hîn bibe hatiye dest bi qursê kiriye û anî ziman ku ji ber Kurdiya wan bêtir Tirkî di nav de ye ew dixwaze ji viya xelas bibe. Oncu Demîr, destnîşan kir ku ji bo pêşerojê ji malbata xwe re bibe alîkar û wan jî ji zimanê din xelas bike serî li rêbazê qursê daye û got ji bo malbata wê Kurdiya xwe nûjen li pêş bixe tê vir. Oncu Demîr, bal kişand ser parastina êrîşên li ser Kurdî û wiha got: “Ez ê di nav hevalan, malbat û piştî ez bibim dayik jî ez ê vî zimanî ji xeletiyan bi parêzim. Ez ê di nav gel de bêtir ji bo pêşketina Kurdî, xebata hişmendiyê bikim.”
Xwendekara jin a bi navê Sîdar Şahîn jî diyar kir ku ew pir baş bi Kurdî dizane û di nav malbata xwe de jî her kêlî bi Kurdî di axive. Şahîn, armanca xwe ya tevlî qursê bûye wiha vegot: “Di rêzimaniya Kurdî de gelek kêmasiyên min hene. Dixwazim ev kêmasî bi tevlîbûna qursê ji holê rakim. Ji bo sibê roj li dibistanan dikaribim Kurdî fêrî zarokan bikim. Ez niha ji dersên hilbêjir ne memnun im. Bi zimanê dayikê yê zikmakî niha tu derfet nedane nîşandan. Lê divê pêşerojê ev bê qebulkirin û ji niha ve dixwazim xwe amade bikim.”
Şahîn, destnîşan kir ku heta wê zanîngeh xelas kiriye jî hemû xeyal, raman û jiyana wê bi Kurdî bûye û da zanîn ku ew piştî zanîngehê bûye perçeyek pergalê û got ji ber vê yekê hemû xeyal, fikir û raman ê wê bûne Tirkî. Şahîn, anî ziman ku ew rexnegeriya xwe dide û got ew ji niha şûn ve dixwaze cihê van kêmasiyan tije û bike û serbikeve.
DÎHA/ÊLIH