Bouffier, wiha got: “Eger hewldanên Hikûmeta Yewnanîstanê yên reform û tasarufê serkeftî nebin, wê demê ji bo ku dewlet bikaribin ji herema euroyê derkevin pêdiviya me jî dê bi hin rêbazên nû çêbibe.”
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî daxuyaniyek xwe de ev gotinên ku Yewnanîstan bila ji herema Euroyê bê derxistin bi zimenek teqez red kiribû û wiha gotibû: “Ev ê ji bo dewletên din jî bibe mînak. Li gorî min divê hemû dewlet li herema Euroyê bimînin. Li hemberî nîqaşên îflasê Serokwezîrê Yewnanîstanê Yorgo Papandreu jî peyama “Berdewamkirina têkoşînê” da. Papandreu got ku ew ji bo li herema euroyê bimînin niha têdikoşin.
Yewnanîstan ji bo ku bikaribe ji Yekitiya Ewropayê (YE) û Fona Pere ya Navnetewî (IMF) heta dawiya salê 8 milyar Euro qrediyê bigire, polîtîkayên tasarufê yên 2,1 miyar Euroyê aşkera kir.
Wezîrê Aboriyê Evangelos Venîzelos, diyar kir ku heta 2 salan dê ji bo her metrekare erd ji xwediyên avahiyan û arsayan 4-5 euro vergiya taybet bigirin. Venîzelos her wiha daxuyand ku wê meaşêkî Serokomar, serokwezîr, wezîr, parlamenter, şaredar, walî û hemû rayedarên dewletê yên payebilind bibirin.
Gelek çalakgerên ku li ber salona konferansê ya Papandreu axaftin dikir, çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Çalakvanan kevir û hêk avêtin beşdarên konferansê. Nêzî 100 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
BERLÎN