
Li Sûriyeyêyê tenê 5 zanîngehên navendî hene. Ev zanîngeh navendên wan li Şam, Heleb, Lazikiyê, Humis û Dêra Zorê ne. Helbet beşên van zanîngehan li tevahiya bajarên Sûriyeyê hene, lê hemû beşên zanîngehê tune ne. Xwendekarên herêmên Rojavayê Kurdistanê wekî hemû xwendekarên Sûriyeyê li van zanîngehan dixwendin. Lê Piştî destpêkirina aloziyê û şerê desthilatdariyê di navbera aliyan de, gelek rê hatin girtin û gelek derve bûne cihê bê ewlehî û bê aramiyê. Beşek mezin ji xwendekarên Rojava ji ber vê yekê niha li bajarên xwe ji xwendina xwe mehrûm mane. Her wiha hin ji wan jî ji ber ku bêkar in naçar man ku berê xwe bidin Başûr an jî Bakûrê Kurdistanê da ku bixebitin.
Di 21’ê çileya 2014’an de Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê di nav de Desteya Perwerde û Hîndekarî hat damezirandin. Ev deste bi karûbarên xwedekar, dibistan û mamosteyan radibe û hemû pêdiviyên wan bicih tîne.
Yek ji projeyên desteyên ên sala 2015’an avakirina zanîngeheke mezin ku têde hemû beşên xwendinê hebe û tevahiya xwendekarên Rojava di nav xwe de hembêz bike, heye.
‘Pêdivî bi zanîngehê heye’
Ji bo zelalkirina asta xebatên desteyên ên ji bo avakirina vê zanîngehê Serokê Desteya Perwerde û Hîndekarî ya herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo wiha got: “Xwendekarên me ku li zanîngehên Sûriyeyêyê dixwendin, di salên derbasbûyî de ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û astengiyên ku li pêşiya wan derdiketin ji xwendina xwe mehrûm man û nema dikarîbûn xwendina xwe ya zanîngehê dewam bikin. Ji xwe xwendekarên herêmên Kobanê û Efrînê bêhtir astengî di vî aliyî de dîtin. Ji ber vê jî me wekî Desteya Perwerde û Hîndekarî dît ku pêdiviya xwendekarên me yên Rojava bi zanîngeheke mezin heye.”
Xebatên lêkolînê
Ebdo da zanîn ku wan projeya avakirina zanîngehên xistiye aliyê pratîkî û destnîşan kir ku wekî destpêk wan hin kesên pispor organîze kirine da ku lêkolînkê derbarê mîzaniya projeyê, mezinbûna wê, hejmara xwendekarên lê bixwînin, mamoste, rêveberî, xizmetguzarî û hemû aliyên din, amade bikin.
Li gorî Ebdo, ev lêkolîn wê di aliyê darayî û qanûnî de jî baş li ber çavan were girtin û heta niha ji bo lêkolînê 2 milyon lîreyên Sûriyeyê hatiye veqetandin.
‘Ji bo tevahiya Rojava ye'
Mihemed Salih Ebdo got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekarên Rojava ew bi hemû cidiyeta xwe dixebitin û tev digerin û hertim hewl didin ku di demeke nêz de barê xwendekarên xwe sivik bikin û van astengiyan ji pêşiya wan rakin.
Ji bo diyarkirin dema amadebûyîna zanîngehê Ebdo wiha peyivî: “Em nabêjin sibe an jî mehek, lê em dibêjin ku em bi cidî xebatên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê didin meşandin. Destpêkê divê em parçeyek erd bikirin da ku zanîngehê li ser ava bikin an jî avahiyeke mezin ku berê amade be, em bikar bînin. Ev yek wê li gorî lêkolîn û derfetan diyar bibe. Zanîngeha ku emê ava bikin wê hemû xwendekarên Rojava di nava xwe de bigre û têde beşên xwendinê yên herî hewcedarî pê heye, hebin.”
Li benda encamên lêkolînê ne
Serokê Desteya Perwerde û Hîndekarî bal kişand ser mîzanî û lêçûnên zanîngehê û got: “Her kes jî dizane ku avakirina zanîngehekê mezin pêdiviya wê bi derfetên gelekî mezin heye û hinekî dem jêre pêwîste. Em niha dest bi lêkolînê dikin û li gorî wê jî ast û detayên projeyê diyar dibe. Em jî nas dikin ku derfetên pir mezin jêre pêwîst in, lê di aliyê madî de tu pirsgirêkên me tune ne. Piştî lêkolînê wê were xuyakirin ka em ê karibin çi beş û çi beşî vekin.”
'Emê ji tecrûbeyên Başûr sûdê werbigirin'
Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku ji bo hevkariya di aliyê perwerdeyê de wê desteya wan şandeyekê bişîne Başûrê Kurdistanê û bi rêveberiyên zanîngehên Başûr re hevdîtinan bike da ku ji hev sûd wergirtin û kordîneyek di navbera wan de hebe. Ebdo girêdayî mijarê wiha anî ziman: “Zanîngehên Başûrê Kurdistanê têkiliya wan bi zanîngehên navnetewî yên Ewrûpa û Emerîkayê hene. Bawernameyên wan jî li herderê tên qebûlkirin. Dema ku em bikaribin kordîneyekê di navbera xwe û zanîngehên Başûr de çêbikin wê demê bawernameyên me jî wê werin sererastkirin û li her derê werin qebûlkirin.”
Xebatên akademiyê encam dan
Avakirina Akademiya Mezopotamiya ya zanistên civakî jî yek ji berhemên Desteya Perwerdeyê ya herêmê ye. Li gorî ku Ebdo da zanîn, kesên ku xwendina xwe li Mezopotamiya bidawî kirine bawernameyên wan li hemû herêmên Rojava tên qebûlkirin û dikarin bi van bawernameyan di saziyan de bixebitin, her wiha kesên ku ji xwendina xwe ya li zanîngehên Sûriyeyê mane, deriyê Mezopotamiya li pêşiya wan hemûyan vekiriye heta ku zanîngeha mezin were vekirin.
Akademiya Mezopotamya
Beşek ji avakirina jiyana civakî li Rojavayê Kurdistanê Akademî ne. Akademiya Mezopotamyayê (2´yê Îlona 2014´an) yek ji mînakên vê yên sereke ye. Akademî dersên Dîrok, Civaknasî û Huqûqê dide. Zimanê Akademiyê Kurdî û Erebî ye. Zimanê sereke yê dersan, zimanê nîqaş, xebatên xwendekaran, panel û semînaran KUrdî ye, lê belê materyalên ku çavkaniyên dersan in bi pirranî bi Erebî ne. Îdîaya akademiyê ew e ku pêşengiyê bike ji civakê re. Ew nêzîkatî û bernameyên heyî yîn perwerdeyê rexne dike û modeleke alternatîf a perwerdeyê pêşniyaz dike. Rexneya sereke ew e ku sîstema perwerdeyê li gorî zîhniyeta koledar e û modela wan divê berê xwe bide sîstemeke exlaqî, siyasî, demokratîk û azadîparêz.
HOGIR EBDO/ANHA/AMÛDÊ